Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe

  • cîhan
  • 10:47 27 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest, biryarek li ser vekişîna Artêşa Tirkiye ya ji nav xaka Iraqê bide.

 
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh têkildarî Qetlîama Zaxoyê ya di 20'ê Tîrmehê de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû kirin û di encama qetlîamê de yek jî pitik 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dabûn û 23 kes jî birîndar bûbûn, civiya. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên derbarê civînê de ji kanala El Hurre axivî.
 
Fuad Hisên da zanîn ku tu lihevkirinek wan bi artêşa Tirkiyeyê ya li ser ketina nav xaka Iraqê re tune ye.
 
Hisên anî ziman ku wan daxwaz ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye da ku rê li binpêkirinên artêşa Tirkiyeyê yên li nav xaka Iraqê bigrin.
 
Fûad Hisên di dewama axaftina xwe de got: “Me ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest, biryarek li ser vekişîna Artêşa Tirkiye ya ji nav xaka Iraqê bigre.”