Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest

  • cîhan
  • 14:38 23 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Wezareta Karên Derve ya Iraqê, derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî xaka Iraqê de serî li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da û xwest ku rûniştineke taybet pêk bîne. 
 
Tirkiyeyê, di 20 tîrmehê de êrişî gundê Perexê yê Zaxoyê kiribû û komkujiyek pêka anîbû. Di komkujiyê de jin û zarok jî di nav de 9 welatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest dabûn û 23 welatî jî birîndar bûbûn. Hewldanên Iraqê yên li dijî vê komkujiya Tirkiyeyê didomin. Wezareta Karên Derve ya Iraqê, derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî xaka Iraqê de serî li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da û xwest ku rûniştineke taybet pêk bîne.