Yûnanîstanê Tirkiyeyê hişyar kir: Wê careke din bersiva me ne aştiyane be

  • cîhan
  • 14:06 16 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstanê Nikos Kotzias, têkildarî qelaçên Kardakê (Îmîa) ku ji ber vê di navbera wan û Tirkiyeyê de rageşiyeke heye got: "Em ne Iraq, ne jî Sûriye ne. Wê careke din bersiva me ne bersiveke aştiyane be." 

Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstanê Nikos Kotzias, di televîzyona Alpha TV a Yûnanîstanê de der barê qelaçên Kardakê (Îmîa) ku rageşiya ji bo van qelaçan didome daxuyanî da. Kotzias, destnîşan kir ku di bûyera li nêzî Kardakê de Tirkiye xeta sor derbas kiriye û got: "Wê careke din hêla yewnan helwesteke aştiyane nîşan nede."
 
Kotzias ku got "Hem huqûqê bin pê dikin hem jî bi erdnîgariyê nizanin" wiha domand: "Helbet qelaçên Kardakê Yûnanîstan e." Kotzias ev rexne jî kirin: "Li Sûriyeyê rewş nebaş e, eniya Iraqê vekiriye, sînorên Ermenîstanê girtiye, di warê mijara Qibrisê de ji ber aboriya herêmê û ji ber bi awayekî zêde gaza xwezayî heye li derdora Behra Spî ya Rojhilatê wek kovboyan tev digere." Kotzias destnîşan kir ku divê tiştên li Kardakê qewimîn careke din neqewimin û divê neqewimin jî. 
 
'EM NE SÛRIYE NE JÎ IRAQ IN' 
 
Kotzias domand: "Divê tirk guhdar bikin, çimkî tim behsa hişyariyan dikin. Ji wan re dibêjim Yûnanîstan ne Sûriye ne jî Iraq e. Em dewleteke xwedî parastineke baş, xwedî pergalên parastineke baş, xwedî mutefîkên baş û xwedî kapasîteya dîplomatîkeke baş in." 
 
Kotzias, destnîşan kir ji ber keştiya yewnan hatiye texrîbkirin, ji bo ew doza tazmînatê li tirkan bikin lêkolînê dikin. Kotzias diyar kir ku wan serî li daîreya huqûqê ya Wezareta Karên Derve daye ku vê mijarê lêkolîn bikin û ger raporeke erênî bê ew ê serî li riyên huqûqî bidin. 
 
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstanê Kotzias, der barê gotinên şêwirmendê Serokomar Tayyip Erdogan, Yîgît Bûlût ku Tirkiyeyê şibandibû hêştiran û Yûnanîstanê jî şibandibû mêşan de jî wiha got: "Ji ber ku şêwirmendê Erdogan e, nayê wateya ku baqil e. Eletewşiyan dike. Her hal reva mişkên ji ber fîlan nedîtiye."