Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye

  • cîhan
  • 15:33 19 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA  NÛÇEYAN - Komîsyona Venedîkê ya girêdayî Konseya Ewrpayê, tayinkirin a qeyûman ên şaredariyên HDP'ê li dijî prensîpên demokrasiyê  dît. 

Komîsyona Venedîkê, li ser daxwaza Kongreya Rêveberiya Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê nêrîna xwe ya derbarê tayînkirina qeyûman ên li Tirkiyeyê de ragihand. Komîsyona Venedîkê, banga li hikumeta Tirkiyeyê kir ku biryara xwe ya tayînkirina qeyûman betal bike û wiha got: "Ligel ku OHAL hatiye rakirin jî, bandorên wê hîna jî dewam dikin. Tayînkirina qeyûman prensîpên bingehîn ên demokrasiyê bin pê dike."

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31'ê Herêmî ya Adarê de 65 şaredarî qezenc kirin û heya niha qeyûm tayînî 45 şaredariyan hatiye kirin.