Tiştên hatine serê KHK'iyan kir pirtûk

img
EDENE - Rojnamevan Hamza Ozkan, tiştên hatine serê KHK'iyan kirin pirtûk û bi navê “Turkiye'de KHK Manzaralari” çap kir. Ozkan, di pirtûka xwe de cih daye çîroka 44 KHK'iyan û got: "Hêvî, di sekna KHK'iyan de ye." 
 
Rojnamevan Hamza Ozkan, hevpeyvînên bi bi kesên KHK'yan hatibûn îxrackirin re çêkiribûn kir pirtûk û bi navê “Turkiye'de KHK Manzaralari” çap kir. Pirtûk ji Weşanxaneya Maşûkê derketiye û tê de çîrokên 44 KHK'iyan hene.
 
Ozkan got: "Îqtîdarê xwest KHK'iyan ber bi briçîbûnê û mirinê ve bişîne. Li 81 bajarên welat KHK'î hene. Gelek jê jî mecbûr man berê xwe bidin welatên Ewropayê. Ji bo ev tişt neyên jibîrkirin min hevpeyvîn bi wan re çêkirin û çîroka wan nivîsand. Wê her kes bi dîroka KHK'iyan zanibe."
 
Her wiha Ozkan anî ziman ku pirtûk nîşan dide ku aştî, demokrasî, ked, wekhevî û azadî çi qasî girîng e û got: "Hêvî, di sekna KHK'iyan de ye."