Evgeny Grînko li Amedê konser da

img

AMED – Piyanîstê rûsî Evgeny Grînko li Amedê konserek bêhempa pêşkêşî guhdarên xwe kir. 

Muzîkjen ango piyanîstê ji Rûsya Evgeny Grînko ku klîbên wî li ser torên medya civakî ji aliyê bi milyonan kes ve hatine temaşekirin û ecibandin li Amedê derket ser dikê û konserek xweş pêşkêşî guhdarên xwe kir. Ji hezar kesî bêtir beşdarî konsera Grînko yê bi terza xwe ya ku muzîka klasîk û modern digihîne hev û li tevahiya cîhanê balê dikişîne ser xwe bû. 
 
Li gel metirsiya nexweşîna vîrûsa koronayê jî eywana konserê tije bû. Konserê nêzî 2 saetan dom kir û li gel piyanoyê gîtar û bateri jî lêdan. 
 
Grînko di konserê de berhemên wek “Dusty Room”, “Faulkner's Sleep”, “Graying” û berhema “Jane” ya hunermendê Îranî Mahmood Norî jî da guhdarkirin. Guhdaran herî zêde ji bo berhema “Valse” ya Grînko ku li ser medya civakî rekorê şikandiye li çepikan dan.