Komeleya Wêjekarên Kurd vebû

img
 
 
AMED - Li Amedê nivîskarên kurd Komeleya Wêjekarên Kurd vekir. Di dema vekirina komeleyê de Hevseroka Komeleyê Sûltan Yaray diyar kir ku dê bi hev re wêjeyê xurt bikin û pêşve bibin.
 
Komeleya Wêjekarên Kurd a ji aliyê komeke nivîskarên kurd ve hatî damezrandin, li semta Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê hat vekirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Berdan Ozturk, gelek nivîskar û saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn. Destpêkê Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hogir Berbir axivî. 
 
Berbir bibîr xist ku piştî komeleya nivîskaran hat girtin valahiyek çêbûye û got: “Hewcedarî bi komeleyeke nivîskaran yeke din hebû. Me xwest dîsa eynî komeleya nivîskaran vekin lê nehat qebûl kirin. Loma me ‘Komeleya Wêjekarên Kurd’ ava kir. Ji niha û pê ve di bin banê vê komeleyê de em ê xebatên xwe bimeşînin. Deriyê me ji her kesê re vekiriye. Tiştê hewcedarî ji bo zimanî ku were kirin çi be em ê bi hev re û yekitiyeke xurt em ê xebatên xwe bimeşînin. Ev derî dê ji bo hemû nivîskaran bibe bingehek.”
 
‘WÊJE KARÊKÎ GIRÎNG E Û BAREKÎ GIRAN E’
 
Hevseroka Komeleyê Sultan Yaray jî got: “Karê wêjeyê karekî girîng e û barekî giran e. Dema em li hevalan dinêrin em hêzê ji wan digirin. Her çi qas me bi heft kesan komele damezrandibe jî ez bawer dikim em ê hêza xwe ji we bistînin û bi hev re vî karî bimeşînin. Em ê bi hev re wêjeya xwe xurt bikin û pêşve bibin.”
 
Piştî axiftinan çîrok, helbest hatin xwendin û stran hat gotin.