Lîstika ‘Pergal’ ku pergalê rexne dike derket ser dikê

img

AMED – Lîstika şanoyê ya “Pergal” ku pergalên îroyî yên li dijî civakan li cîhanê tê birêvebirin rexne dike, li Amedê hat nîşandan.

Lîstika “Pergal (Sîstem)” a ku Mehmet Mûsaoglû derhêneriya wê kiriye û Tuncay Ozel û Erhan Mîr wek lîstikvan dileyîzin a Şa Performansê li Şanoya Bajêr a Amedê derket ser dikê. Gelek şanohez beşdarî temaşekirina lîstikê bûn. Lîstika ku bi qasî saetekê dom dike, xwedî naverokek tije kenawerî ye û temaşevanan kêfxweş dike.
 
Ev lîstika “Pergal” li gorî zimanek herikbar ango bi peyamên zelal ku xelk jê fêm bike hatiye honandin. Zimanê lîstikê balê dikişîne ser xwe. 
 
LÎSTIK PERGALÊN  ÎROYÎ REXNE DIKE 
 
Lîstika “Pergal” ji nivîsa nivîskarê Amerîkî Sam Bobrick wergirtine û wergerandine kurdî. Leyîstik ji destpêkê heta dawiyê pergala li dewletbûnê ya Amerîkê û dewletên din rexne dike. Pergala îro li cîhanê li dijî civakan tê birêvebirin di nava lîstikê de bi berfirehî qala wê tê kirin û bi tundî tê rexnekirin. 
 
‘DIVÊ ZIMAN HÊSANÎ BE KU XELK FÊM BIKE’ 
 
Derhênerê lîstikê Mehmet Mûsaoglû diyar kir ku lîstik di serî de pergala Amerîkayê û pergalên din ên dewletan rexne dike û wan xwestiye bi vê lîstikê bal bikişînin ser pergalên îroyî yên herêmê û cîhanê. Mûsaoglû anî ziman ku wan xwestiye lîstikê bi zimanek hêsan amade bikin ku civaka kurd baş jê fêm bike û wî xwestiye bi vî zimanê hêsan xelk ji peyamên lîstikê fêm bike. Mûsaoglû got çi dibe bila bibe divê ziman û naveroka lîstikan li gorî gel jê fêm bike werin amadekirin. Mûsaoglû da zanîn ku ew ew derketine tûrneya bajarên Kurdistanê û dê pişt re jî li Îzmîr û Enqerê jî lîstikê bidin pêşandan.
 
Dê lîstik îro sibê li Êlihê, pişt re jî li Wanê derkeve ser dikê.