‘Bila ciwanên Kurd li ziman û nivîskarên xwe xwedî derkevin’

img

AMED - Endama Koma Xwendinê ya Amedê Seyhan Şaşmaz têkildarî xebatên koma got: “Mirov bi axaftin û wêjeya xwe dikare zimanê xwe bi parêze. Bila ciwanên kurd bi zimanê xwe bixwînin û li nivîskarên xwe xwedî derkevin”

 
Koma Xwendinê ya Amedê piştî ku saziyên zimanê kurdî hatin girtin ji bo parastina ziman dest bi xwendina pirtûkên kurdî kirin. Endama Koma Xwendinê ya Amedê Seyhan Şaşmaz der barê xebatên xwe de nirxandin kir. Şaşmaz diyar kir ku di sala 2016’an de dema saziyên Kurdî hatin girtin bi 7 kesan koma xwendinê ava kirin û wiha got: “Wê demê hemû sazî û dezgehên zimanê kurdî hatibûn girtin. Me pêwistî bi xwendina pirtûkan dît. Ji bo xwendin û nirxandina pirtûkên Kurdî me pêwistî bi avakirina komeke xwendinê dît. Balê bikşînin ser xwendina pirtûkên kurdî. Niha em 15 kes in.”
 
‘ARMANC XWENDINA PIRTÛKÊN KURDÎ YE’
 
Şaşmaz, anî ziman ku armanca wan a yekemîn xwendina pirtûkên Kurdî ye û wiha berdewam kir: “Me di serî de got kesên ku tevlî me dibin divê bi kurmancî bixwînin. Zêde pirtûk nayên xwendin. Pirtûkên Kurdî zêde bala mirovan nakişînin. Armanca me xwendina ziman e. Ji bo wê me bi dest romana pirtûkên kurmancî kirin. Me xwest 15 rojan carekê romanekê bixwînin û binirxînin. Balê bikşînin ser xwendinê, ser nivîskarên Kurd, ser weşanên Kurdî ji ber wê me dest bi vê xebatê kir û çar sal in didome." 
 
58 ROMAN Û ÇÎROKÊN KURDÎ XWENDINE
 
Şaşmaz, destnîşan kir ku di çar salan de 54 roman û 4 çîrokên kurdî xwendine û wiha axivî: “Destpêkê her hevalek pirtûkekê pêşniyar dike. Ew pirtûk tê pejirandin. Em wê pirtûkê dixwînin û 15 roj şunde dicivin. Ku nivîskar li Amedê be an jî li derdora Amedê be tev lî me dibin û em niqaş dikin. Tiştên erênî, neyînî.  Tiştên ku em di pirtûkên de dibînin ji nivîskar re dibêjin. Em şiroveyên xwe dikin. Nivîskar jî li gorî wê bersiva me didin. Heke nivîskar tevlî me nebin em di nava xwe de vê şiroveyê dikin.” 
 
‘HAYA GELEK CIWANAN JI PIRTÛKÊN KURDÎ NÎNE’
 
Şaşmaz, da zanîn ku çar hefteyan atolye li dar xistin û wiha domand: “Rexnegirên beşdar bûn zanînên xwe bi me re parve kirin. Panelên me dê di 21’ê Sibat, 8’ê Adar û 15’ê Gulanê jî bidomin. Mirov bi axaftin û wêjeya xwe dikare zimanê xwe biparêze. Gelek ciwanên me mixabin haya wan ji pirtûkên kurdî, ji nivîskarên kurdî tune ye. Dema qala nivîskarên kurd dikin tenê Mehmed Uzun tê bîra wan. Em dixwazin bale bikşînin ser pirtûk û nivîskarên kurdî. Weşanxaneyên me hene haya gelek kesan jê nîne. Bi vê mebestê gelek ciwan tevlî me bûn me dişopînin. Em 15 kes dicivin lê em dizanin bi sedan ciwan jî pirtûk dixwînin. Bala wan jî êdî li ser pirtûkên kurdî ye û jê hezdikin.”
 
‘SED SAL IN LI SER ZIMAN ÊRÎŞ HENE’
 
Şaşmaz, bal kişand ser êrîşên qeyûman ên ser Kurdî û wiha got: “Heman êrîş sed sal in li ser me û ziman heye. Em dixwazin balê bikşînin ser wejaye kurdî. Axaftin tenê ne çareseriye. Bila ciwanên me haya wan ji wan hebe. Gelek Komên Xwendinê hene. Gelek ciwan vî karî dimeşînin. Heta li bajarê Sakaryayê jî komên xwendinê vebûne û  pirtûkên Kurdî dixwînin. Em dikarin bêjin Komên Xwendinê  parastina ziman dikin. Niha li Stenbol, Wan, Cizîr û Amedê dudu, li Sakarya, Çewlîk û Mêrdînê komên xwendinê hene. Par me li Qoser, Farqîn, Cizîr û Mêrdînê komên hevpar li dar xistin. Têkiliyên me bi hev re hene." 
 
Şaşmaz, bang li ciwanên Kurd kir ku bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin û got: "Li ser medya civakî rûpelên me hene. Hevalên ku bixwazin tevlî me bibin dikarin bibin mevanên me guhdariyê bikin û dikarin bibin endamên me." 
 
MA / Fahrettîn Kiliç