Şanoya Mencelê dê vê mehê bi 4 lîstikan xwe bigihîne şanohezan

img

WAN - Şanoya Mencelê, dê di meha Çileyê de bi 4 lîstikan li ser dikê be. 

 
Li Wanê, Şanoya Mencelê wê di meha Çileyê de bi 4 lîstikan li ser dikê be. Lîstikvanê Şanoya Mencelê Ferhat Aslan, anî ziman ku piraniya lîstikên wan bi kurdî ne û got, di sala 2019'an de 4 lîstik lîstine û bi van lîstikan xwe gihandine bi hezaran kesî. Her wiha Aslan, diyar kir ku du sal in pêşangehan li dar dixin û di dema pêşangehan de eywan tije dibe û got, eleqeyeke mezin heye.
 
Aslan, diyar kir ku dest bi xebatên xwe yên sala nû jî kirine û got: "Armanca me, hunera ji bo gel e. Em ji bo vê tev digerin". 
 
ELEQEYA JI BO LÎSTIKÊN KURDΠ
 
Aslan, bal kişand ser girîngiya şanoya bi kurdî û got: "Em hunera xwe bi zimanê xwe dikin. Derfetên me kêm in. Kapasîteya eywana me 120 kes e. Lê dîsa jî em karê xwe dikin. Tiştekî bi qasî hunera bi zimanê zikmakî xwezayî tuneye. Ji bo pêşketina şanoya kurdî çi ji destê me tê em dikin. Daxwaza gelê me jî şanoya bi zimanê zikmakî ye. Eleqeya ji bo lîstikên kurdî zêde ye û eywana me tije dibe". 
 
Aslan, da zanîn ku wê di meha Çileyê de bi 4 lîstikan derkevin ser dikê û got: "Ji van lîstkan 2 jê aîdî me ne. 2 jê jî wê ji derve bên. Em li benda alîkariya gel in". 
 
Bernameya meha Çileyê ya Şanoya Mencelê: 
 
"* 19 Çile saet 19.00 - Kozik
 
* 25 Çile saet 19.00 - Zargotin Zêrgotin e
 
* 26 Çile saat 19.00 - Pergal (Şa Performans)
 
* 31 Çile 17.00 - 20.00 - Mektup (Asmîn Sanat Tiyatrosû)"
 
"* 10-11 Çile saat 18.00 - Zargotin Zêrgotin e (Amed)
 
* 18 Çile - Zargotin Zêrgotin e (Bazîd)