Şêwekar Zehra Dogan komkujiya Roboskê bi wêneyan xêz kir

img
NAVENDA NÛÇYEYAN - Şêwekar û hunermend Zehra Dogan dema sala par li Zindana Tarsûsê girtîbû, di salvegera komkujiya Roboskê de wêneyên ku komkujiya Roboskî tîne ziman xêz kiribû. Dogan piştî hat berdan, wêneyên ku sala par nikaribû parve bike îsal parve kir.  Dogan, anî ziman ku xwestiye rastiya Komkujiyê bi hunerê bîne ziman û êşa wan bi cîhanê re parve bike. 
 
Rojnameger, şêwekar û hunermend Zehra Dogan, dema sala par girtî bû, di salvegera Komkujiya Roboskî de, di nava şert û mercên tuneyî de bi çay, qahwe û xwedilê li ser fîstanê dayika xwe wêneyê rastiya komkujiya Roboskî tîne ziman xêz kir. Dogan ku bi armanca rastî, êş û hestê wê kêliyê bîne ziman û parve bike li zindana Tarsûsê li ser fîstanê dayika xwe bi çay, qahwe û xwedilê wêne xêz kir, piştî serbest hat berdan, di 8'emîn salvegera komkujiyê de wêne parvekir. Dogan, anî ziman ku wê bi van wêneyan xwestiye ku êşa malbatên Roboskî parve bike û rastiya li Roboskî bi hêza xêzê bi cîhanê re parve bike. Dogan ji wêneyê xêz kirine wêneyek diyarî şêwekarê navdar Banksy  ê li ser dîwaran xêne xêz dike kir.