‘Wisa bidome dê 20 sal şûnde zimanê Gurcuyan tune bibe'

img

STENBOL - Rêveberê Mala Hunerê ya Gurcuyan Îberya Ozkan, diyar kir ku çanda Gurcuyan edî li gundan hatiye ji bîr kirin û nifşê niha bi çanda Tirkan mezin dibin û wiha got: "Di vê rewşê de piştî 20- 30 sal şûnde dê li gundan zimanê Gurcuyî bi temamî winda bibe." 

 
Li Tirkiyeyê nêzî 2 milyon Gurcu hene. Herî zêde li Artvîn û herêma wê dijîn. Di salên 1877- 1878'an de piştî şerê navbera Osmanî û Rûsan de ji Herêma Xweser a acara ya Gurcistanê hatin li der û dorê Derya Reş a Tirkiyeyê bi cih bûn. Hinek jî li herêma Marmara bi cih bûn. Piştî avakirina Komarê û xala 42'emîn a Destûra Bingehîn ku ji bilî tirkî tu zimanên cuda fermî qebûl nake, wekî hemû zimanên din zimanê Gurcuyî jî winda dibe. Rêveberê Mala Hunerê ya Gurcuyan, Îberya Ozkan, diyar kir ku UNESCO zimanê Gurcu wekî “Berhemên mîrateya manevî û devkî ya mirovahiyê" qebûl dike û wiha got: "Kevneşopiya Muzîka Gurcuyan pir dengî ye. Dema Gurcu li hev kom dibin, dikarin ji 3 dengên cuda muzîkê çêkin. Xwedî çandek pir dengî û dengî ye. Di çanda Gurcuyan de bi sedsalan ev yek tê gotin û êdî bûye kevneşopiyek. Ev stranên pir dengî ji aliyê kêve hatiye nivîsandin û gotin ne diyar in. Hemû dengên gelêrî ne. Cihe muzîka Gurcuyan, di nava muzîka cîhanê de cihekî diyarker e. Li hin herêmên Gurcistan, mûzîka ku bestekarên piskor ên muzîkê jî nikarin ava bikin, ji aliyê gel ve hatiye afirandin. Bi sedan salin ev çand berdewam dikin. Ev bûye wekî perçeyekî civakê. Ji nifşekî derbasî nifşê din bûye. Mînakên pir serkeftî hene. " 
 
Ozkan, anî ziman ku Erdnîgariya Kafkasan 40 caran hatiye şewitandin û ruxandin û wiha got: "Di demên borî de ji aliyê dewletên mezin ve rastî êrîşan hat. Li ser vê erdnîgariyê nifşên ku nebûn şahidê şer tune ne. Ji ber van êrîşan neçar man ku her dem xwe biparêzin. Pêdivî bêtir bi şêwirmendî û parstinê dîtine. Vê yekê bandora xwe li muzîka pir dengî jî kiriye. Sedema duyemîn jî aliyê olî ye. Gelê Gurcîstanê olê Xirîstiyaniyê zû qebûl kir. Ji ber vê yekê muzîka wan bi hevre tê gotin. Li gel ku gelek deng hene jî wekî dengekî derdikeve. 
 
Ozkan, bal kişand ser rewşa Gurcuyên li Tirkiyeyê û wiha lê zêde kir: "“Dema neviyên me ji Gurcistanê koçî Tirkiyeyê kirin bûn musliman û hatin. Dema hatin bi ziman, çand, nasname û rengê xwe hatin. Bi taybetî Gurcuyên bûn musliman, ji ber ku muzîka pirdengî wekî muzîka Xiristiyanan qebûl kirin, dest jê berdan. Li welatekî wekî Tirkiye ne pêkan e ku mirov vê çand û muzîkê biparêze. Gurcuyên heta sala 1960'an civakek ji derve re girtî bûn, piştî salên 1960'an, çûn û hatina bajar zêde bû û kevneşopiya muzika pir dengî berdewam nekirin." 
 
Ozkan, bal kişand ser xebatên komeleyên Gurcuyan û wiha berdewam kir: "Komeleyên Gurcuyan hewl didin vê kevneşopî û çandê biparêzin û berdewam bikin. Koma Koroya Pir Dengî ya Pîrên Maçehale, heta îro hebûna xwe berdewam dike. Li Gundê Hayriye yê Înegolê  koma pir dengî heta sala 1960’an hebûna xwe parastin. Lê piştre qut bûn. Gelek gundan çanda Gurcuyan bi temamî ji bîr kirine. Niha ew civak êdî bi çanda Tirkan mezin dibin. Niha gundiyên li Gundê Gonen ê Balikesirê Gurcu hêj bi çanda xwe dijîn û zimanê xwe di axivin. Dibe ku ciwan nizanibin, lê ev çand heye. Derdorê çanda stran û dansa çanda gundên Çerkesan qebûl kirine. Gundiyên li wir ne di ferqê denre ku ev dans ya Çerkesan e. Ger ku li herêmê 15-20 lîstik hebin ji wan 1-2 lîstik yên Gurcuyan e. Dema Gurcu diçin cihekî din û nava civakek din rastî çand û muzîka tirk tê. Ger ku li dibistanan çand bi zimanê xwe neyê perwerdekirin, û bi tirkî be wê demê çand û ziman ji bîr dibe. Ji ber vê rewşê êdî Gurcuyî ji bîr dibe. Wisa bidome dê 20-30 sal şûnde çand û zimanê Gurcuyan li gundan winda bibe û ji bîr bibe. 
40 sal berê li Gundê Gurcuyan, hemû zarok bi zimanê xwe di axivîn û fêrî zimanê xwe dibûn. Lê niha ji bo zimanê Gurcuyî fêr bibin tên Mala Çand û Hunerê ya Gurcuyan. 
 
 
MA / Tolga Guney