Şair Teyîp: Helbesta kurdî di bin zextan de ye

img

ÊLIH – Helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê Mueyed Teyîp diyar kir ku helbestên kurdî jî wek helbestvanên kurd di bin zextan de ne û însan ji ber helbestan dixwînin tên girtin.

Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto û Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) tê birêvebirin li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê di roja duyemîn de didome. 
 
Bernameyê îro bi nîşandana Belgefîlma ku qala Kovara Rewşen dike dest pê kir. Bernameyê bi panel û guhdariya helbestan dewam kir. 
 
'HELBEST Û HELBESTVANÊN KURD DI BIN ZEXTAN DE NE’ 
 
Piştî nîşandana belgefîlmê ji bo helbestvanê Kurd Mueyed Teyîp ê ji Başûrê Kurdistanê ji bo bernameyê hat çalakiya îmze û guhdariya helbestan hat lidarxistin. Teyîp beriya pirtûkên xwe îmze bike axivî û bal kişand zextên ser zimanê kurdî. 
 
Teyîp da zanîn ku zimanê kurdî di bin zextan de ye û got: “Çawa ku li parçeyek tirkî fêr dikin, li parçeyên din jî erebî û farisî f^re dikin. Ez jî bi salan şûn ve fêrî zimanê din bûm. Em li malê bi kurdî diaxivîn lê li dibistanê erebî fêrî me dikirin. Em bi kurdî mezin bûn. Jiyana me bi kurdî bû. Hemû ferdên malbata min wisa mezin bûn.” 
 
Teyîp anî ziman ku helbesta kurdî jî wek helbestvanê kurd di bin zextan de ye û got: “Gelek kesên ku helbestên min xwendin û pirtûkên min li ser xwe gerandin hatin girtin û ceza li wan hat birîn.” 
 
Teyîp helbest xwendin û pişt re jî bersiva pirsên xwîner ango guhdarvanan da. 
 
Bername dê xwendina helbestan û panela “Di Wêjeya Kurdî de Werger” bidome.