Pirtûka bijîşkiya gelêrî ya kurdî 'Tibba Melayê Ervasî' kengî hatiye nivîsandin?

img

AMED – Di kurdî de heta niha di warê bijîşkiya gelêrî de pirtûka herî kevin a li ber destan "Tibba Melayê Ervasî" ye. Lê belê "Tibba Melayê Ervasî" kengî hatiye nivîsandin? Di gelek çavkaniyan û çapên bi alfabeya latînî yên vê pirtûka navbirî de, dema nivîsandina wê tê nîqaşkirin û hin malûmat tên dayîn. Herî dawî bi latînzekirin û amadekariya Mela Birhanê Tarînî ji Weşanxaneya Darayê derket û vê carê jî tê gotin ku di sedsala 14'an de hatiye nivîsandin. 

 
Di kurdî de heta niha di warê bijîşkiya gelêrî de pirtûka herî kevin a li ber destan "Tibba Melayê Ervasî"ye ku li ser asasên rêbaza tecrûbeyî ya bijîşkê namdar ê yewnanî Calînûs hatiye nivîsandin. Pirtûk li gundê Ervasê yê navçeya Muksê ya Wanê ji aliyê Muhemmed Qutib (Mela Muhemedê Ervasî) ve hatiye nivîsandin. Heta niha di gelek çavkanî û çapên bi alfabeya latînî yên vê pirtûka navbirî de, hatiye gotin ku pirtûk di sedsala 18-19'an de hatiye nivîsandin û derbarê dema nivîsandina wê de nîqaş û munaqeşe hatine kirin. Niha nîqaşeke din jî li van nîqaşan zêde bû. Di çapa nû ya pirtûkê de ku Mela Birhanê Tarînî ew latînîze û amade kiriye û Weşanxaneya Darayê jî çap kiriye, tê gotin "Tibba Mela Muhemmedê Ervasî" di sedsala 14'an de hatiye nivîsandin. Tarînî, vê malûmata xwe dispêre secereya bi navê "Cedd'ul Ervasîyyîn" ku tê derpêşkirin ev secere aîdî malbata Muhemmed Qutib e. 
 
DI ÇAVKANIYAN DE 'TIBBA MELAYÊ ERVASÎ'
 
Şêx Yûsif Dîyauddîn Paşa (1869-1906) di ferhanga xwe ya bi navê “El-Hedîyyet’ul-Hemîdîyye fîl-Luxet’il-Kurdîyye” û Margareta B. Rûdenko’nun (1885-1969) di teksteke xwe de behsa "Tibba Melayê Ervasî" dikin. Herekol Ezîzan (Celadet Alî Bedirxan) jî di sala 1935'an di hejmara 33'yan a kovara Hawarê de, di nivîsa xwe ya bi ser navê "Klasîkên Me" de ji bo vê berhema navbirî dibêje: "Melayê Ervasî, kitêbek kiçik; lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweşî û dermanên wan e. Mela, têde qala nexweşiyan dike û dermanê her nexweşiyê û çêkirina dermanan jî dibêje. Min bi xwe nedîtiye, ez bi saluxdanê dibêjim. Dîsa rawîyan gote min ku Melayê Ervasî di weqtê Evdal Xanê bavê Bedirxan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn, Mela beriya niho 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re Tiba Melayê Ervasî dibêjin." 
 
GELO DI SEDSALA 18'AN DE HATIYE NIVÎSANDIN? 
 
Lê çapên "Tibba Melayê Ervasî" yên paşê hatin latînîzekirin û amadekirin jî xwe spartine malûmatên ku Celadet li gor rîwayetan ragihandiye. Di sala 2000'î de bi latînzekirin û amadekariya M. Reşîd Irgat bi navê "Dermanên Bijîşkiya Gelêrî" ji aliyê Weşanên Esntîtuya Kurdî ya Stenbolê û di sala 2013'an de bi latînîzekirin û amadekariya Kadrî Yildirim bi navê "Ji Sedsala 18. Pirtûkeke Kurdî ya Bijîşkiya Gelêrî Tiba Melayê Erwasî" ji aliyê Weşanên Zanîngeha Artûklûyê ve hatiye çapkirin û weşandin. Ev her du çapên latînîzekirî jî xwe spartine malûmatên ku Celadet li gor rîwayetan salox daye. 
 
TÊ GOTIN DI SEDSALA 14'AN DE HATIYE NIVÎSANDIN 
 
Lê belê di çapa Îlona 2019'an a bi navê “Tibba Mela Muhemedê Ervasî” de ku ji aliyê Mela Birhanê Tarînî ve hatiye latînîzekirin û amadekirin û Weşanxaneya Darayê ew çap kiriye, tê gotin di sedsala 14'an de hatiye nivîsandin. Tarînî, vê malûmatê dispêre secereya bi navê "Cedd'ul Ervasîyyîn" ku tê derpêşkirin ji aliyê Seyyîd Heyder ve hatiye nivîsandin ku ew jî birayê Muhemmed Qutib e. 
 
Li gorî vê çapê, Seyyîd Heyder, bi telîmat û tewsiyeya bavê xwe secereya nesebê, îcazeta terîqetê û serboriya seyaheta bavê xwe, malbata wî kom kiriye. Li gorî vê, navê bavê Muhemmed Qutib, Şêx Qasimê Bexdadî û bi navê xwe yê dîtir Şêx Qasimê Şîrwanî ye. Leqabên wî; Qadirî, el-Mekkî, Qutb’il-Eqtab, el-‘Elewî û el-Huseynî, el-Hecî Qasim ‘Izzeddîn ‘Evdillah’ e.  Şêx Qasim, di sala 1219'an de li Bexdayê tê dinê û di sala 1394'an de jî li Medîneyê jiyana xwe ji dest dide. Navên kurên wî; Mela Muhemmed Welî Ebû ‘Evdillah (li Ervasê îqamet dike), Mela Salih Ebul-Huseyn, Mela Ehmed, Mela Heyder, Mela ‘Evdillah û Mela Cemaleddîn e. 
 
Şêx Qasimê Bexdadî, ji ber zilma Moxoliyan (Hulagu) ji Bexdayê direve û paşê koçî rojhilatê Tirkiyeyê dike. Ewilî, tevî zarok û malbata xwe diçe Mûsilê. Paşê 3 salan li Amedê dimîne û diçe Hezoyê. Ji vir jî diçe Şîrwanê û ji vira jî berê xwe de Misirê, li Zanîngeha Ezherê mudurtiyê dike. 7 salan li Misirê dimîne û berê xwe dide Bûrsayê diçe cem Orhan Gazî. Dû re bi dorê diçe Riha, Bedlîs û Şîrwanê. Nêzî 27 salan li Şîrwanê dimîne ku ji xwe leqabek wî jî "Şêx Qasimê Şîrwanî" ye. 
 
MUHAMMED QUTIB
 
Dîsa li gor secereya navbirî roj û sala çêbûn û mirina Muhammed Qutib nehatiye diyarkirin, lê belê li gor biyografî, sala çêbûn û mirina bavê wî tê gotin ku ew jî di sedsala 14'an de jiyaye. Leqebên wî; "Welî" û "Qutib" in. Tevî bavê xwe, birayê xwe Ehmed û Heyder û komek murîdên bavê xwe diçe Heccê, serdana Beyta Şerîf. Piştî Heccê, tevî bavê xwe û koma murîdan diçe Şamê û ji wir jî diçe Misirê û qederekê li Zanîngeha Ezherê dimîne. Piştî Misirê tevî bavê xwe diçe Bûrsayê cem Orhan Gazî. Li gorî salnameya hicrî di sala 725'an de diçe Ruhayê û qederekê li wir muderîsiyê dike. Paşê diçe gundê Payê yê Şîrwana Sêrtê û ji wir jî diçe Herêma Feraşînê ya Colemêrgê. Li vira rojekê di Xewna xwe de "Resûlê Xwedê" dibîne û pêxember jê re dibêje, Emîrê Hekkariyan Brahîm Xan Ebbasî nexweş ketiya û jê dixwaze ku hin fêkiyan jê re bibe. Qutib, fêkiyan ji Brahîm Xan re dibe û Brahîm Xan bi van fêkiyên wî sax dibe. Paşê bi keça Brahîm Xan Fatîmayê re dizewice. Brahîm Xan jê re gundê Ervasê û têde medreseyekê ava dike. Qutib, dibe muderîsê medreseyê û li Ervasê dimire. 
 
LI GORÎ MALÛMATÊN DÎROKΠ
 
Lê belê, di pirtûka navbirî de li gor beşa biyografiya nivîskar û bavî wî de tê dîtin ku Tarînî jî ketiye nav şaşiyekê. Tarînî, di beşa pêşgotin, biyografiya nivîskar û bavê nivîskar de hem dibêje nivîskar di sedsala 14'an de jiyaye hem jî dibêje bi keça Brahîm Xanê Colemêrgî re zewiciye. Zêra, çavkaniyên dîrokî salox didin ku li herêma Colemêrgê bi navê Brahîm Xan (Beg) du beg hebûne. Ji vana yek jê di sedsala 16'an de û yek jê jî di dawiya sedsala 17'an û heta çend salên sedsala 18'an de xwedî hikm bûne. Şayed malûmatên ku çavkaniyên dîrokî û dîrokzan salox didin rast bin, nexwe ne mumkun e ku pirtûk di sedsala 18'an û sedsala 14'an de hatibe nivîsandin. 
 
MA / Rêdûr Dîjle