Wê kurdên Xorasanê 'Pêşbirka Wêjeyê ya Milwarî' li dar bixin

img

AMED – Kurdên Xorasanê bi navê "Milwarî" pêşbirkeke wêjeyê li dar dixin. Tê payîn ku ji parçeyên Kurdistanê kurd serî li vê pêşbirkê bidin. 

Kurdên Xorasanê bi navê "Milwarî" pêşbirkeke wêjeyê li dar dixin. Pêşbirk navê xwe ji hezkiriya helbestvanê navdar ê kurdên Xorasanê Cafer Qulî Zengellî digire ku navê hezkiriya wî Milwarî bûye. Mijara pêşbirkê ev e: "Keçik û jinên kurd yên xorasnî û hest, hêvî, evîn, xem û qehremanîyên wan di çarsed salên dawî da."
 
Divê helbestvan û nivîskar berhemên xwe heta 5'ê Adara 2020'a bişînin. Di pêşbirkê de, wê koma jûrîyê li gor krîter û pîvanên destnîşankirî ji nava nivîs û helbestan hilbijêrin. Wê pêşbirkê di çar babetan de bê lidarxistin; helbesta azad, helbesta klasîk ya dirêj, helbesta klasîk ya kurt û kurteçîrokê. 
 
Ji bo kesên yekem xelat; milyonek toman hatîye terxankirin.
 
Zimanê berheman divê kurdîya kurmancî (devoka standard) be û her wisa xeta û şaşiyên di rastnivîsîyê de, kêmasîyên rêzimanî û kêmasîyên standardên edebî, tên berçavgirtin û li ser biryara jûrîyê bibandor in. 
 
Navnîşana pêşbirkê: milwari2020@gmail.com
 
MA / Lezgîn Akdenîz