Qilêkerê Gêlê: Ez bimirim, pîşeya min jî wê bimire

img

AMED - Pîlewer/ Qilêkerê li Navçeya Gêlê ya Amedê dijî û karê qilê dike Şukru Çoktan, diyar kir ku êdî kes naxwaze fêrî vî pîşeyî bibe û wiha got: "Ger ku ez bimirim ev pîşe jî wê bi min re bimire." 

Li navçeya Gêlê ya Amedê esnaf û osteyê sefarê Pîlewer/Qelakerê 65 salî Şukru Çoktan, diyar kir ku niha li navçeyê tenê ew vî karî dike û ev pîşe êdî têk diçe. Çotkan, diyar kir ku di sala 1964'an de dibistana seretayî xelas kir û wiha got: "Piştî min dibistana seretayî xelas kir ez li cem birayê xwe fêrî karê qilê bûm. 55 salin vî karî dikim. Ez demek dirêj e teqawît bûme. Lê ji bo ev pîşe tune nebe ez vî karî berdewam dikim. Êdî kes eleqeyê nîşanî vî pîşeyî nade. Ji ber ku êdî nan di vî karî de tune ye. Ger ku ez bimirim ev pîşe jî wê bi min re bimire. Min di sala 1978'an de li Komeleya Kazanciyan wekî qilêger qeyda endamtiya xwe çêkir. Ez tu carî bi qaçaxî nexebitîm. Niha li navçeyê tenê ez vi karî dikim. Karêkî zor e. Kes eleqe nîşan nade. Em tenê di payizê de kar dikin. Dema rez tên berdan û tims tê çêkirin em kar dikin. Salê 15 rojan em kar dikin. Wekî din em betal in. Ger ku hûn amûrên xwe qilê nekin xwarinê jahrînî dike. Divê salê du caran amûrên xwe qilê bikin. Lê îro li şûna sifir amûrên aluminyum, teflon û çelîk derketiye. Êdî kes wekî berî firaq û amûrên sifir emel nake. 
 
DIVÊ EV PÎŞE BIJΠ
 
Çoktan, anî ziman ku ger rayedarên dewletê û welatî li vî pîşeyî xwedî dernekevin wê rojek bê ev pîşe tune bibe û xwest rayedarên dewletê li vî pîşeyî xwedî derkevin. 
 
MA / Mehmet Şah Oruç