Hîn jî 'bûkok'an çê dike

img
WAN -  Halîme Yayan ku bi salan e "bûkok"an çê dike, got: "Ji bo li mala xwe daliqînim çê dikim, lê gava der û cînar, heval û hogir bixwazin ji wan re jî çê dikim." 
 
Çanda "bûkokan" ku ji gihayê îsfendê tên çêkirin hîn jî heye. Li gundê Qertelan ê Qerqeliya Wanê Halîme Yayan, yek ji wan kesan e ku bûkokan çê dike. Dayika Halîme, gava dibe payîz ji çiyê îsfendan berhev dike û li malê wan dihone. Dayika Halîme, behsa çêkirina bûkokên bi piranî ji bo neerê û xemlê tên daliqandin kir. 
 
JI DIYA XWE HÎN BÛYE 
 
Yayan, anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve bûkokan çê dike û got, ew ji diya xwe hîn bûye. Yayan, got: "Giyayê îsfendê li çiyê şîn tê. Gava dibe payîz em diçin berhev dikin. Gava hêşîn e em jê dikin û li malê em dihonin. Gava hişk be mirov nikare pê bûkokan çê bike. Dişikê." 
 
Yayan, bilêv kir ku çêkirina bûkokan zehmet e û got, ew n biçûk di du sê rojan de û yên mezin jî di mehekê an jî du mehan de çê dike. Yayan, got: "Ji bo li mala xwe daliqînim çê dikim. Lê gava der û cînar, heval û hogir bixwazin ez ji wan re jî çê dikim. Pê xemla malan xweş dibe. Niha li mala min 15 hem daliqandî ne. Bûkokeke min 15 sal berê çê kiriye jî heye. Ez wan nafiroşim." 
 
‘BILA JIN XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN' 
 
Yayan, destnîşan kir ku êdî kêm kes bûkokan çê dike û got: "Niha li gund tenê ez çê dikim. Ji ber karekî zehmet e, kes naçe çiyê giya berhev nake. Berê hema bêje her kesî çê dikir. Ev çandeke me ye, naxwazim bê jibîrkirin. Ev ekda me ye, çanda me ye. Nexasim jî dixwazim jinên li gund xwedî li vê çandê derkevin." 
 
MA / Ayşe Surme