Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh

img
STENBOL - BEKSAV'Ê ji bo 33 qurbaniyên komkujiya Pirsûsê bi berhemên 33 hunermendan pêşangehek vekir. Dê pêşangeh heta 30'ê Îlonê vekirîbe. 
 
Weqfa Lêkolînê ya Zanîst, Perwerde, Estetîk û Çandê (BEKSAV), ji bo bîranîna 33 kesên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de di teqîna Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, li navenda xwe ya Kadikoyê pêşangehek vekir. Endamê Lîjneya Rêveberiyê ya BEKSAV'ê Ahmet Ûçar têkildarî pêşangehê axivî û ev tişt gotin: "Ji bo jiyandina xeyalên rêwiyên hêviyê, me 5 meh berê kampanya da destpêkirin. Me ji 33 wênesazan 33 wêne xwestin. Hevserokê berê yê HDP'ê Selahhatîn Demîrtaş jî di nav de gelek kesan piştgirî dan me û berhemeke xwe şandin."
 
Ûçar di berdewamê de jî destnîşan kir ku pêşangeha wan di 20'ê Îlonê de dest pê kiriye û dê heta 30'ê Îlonê jî bidome. Pêşangeh serê sibehê saet di 09.00'an de dest pê dike û êvarê saet di 21.00'an de bi dawî dibe.