Teatra Jiyana Nû, Rojên Şanoya Kurdî li dar dixe

img

STENBOL - Şanogerên Teatra Jiyana Nû, diyar kirin ku wê di meha Mijdarê de li Stenbolê Rojên Şanoya Kurdî li dar bixin û gotin: "Werin lîstîkên me temaşe bikin." 

Teatra Jiyana Nû ku di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) de hat avakirin, tevî hemû zext û zoriyan jî 28 sal in dixebite. Niha jî wê li Stenbolê Rojên Şanoya Kurdî li dar bixe. Şanogerên Teatra Jiyana Nû Rûgeş Kirici, Omer Şahîn û cîhad Ekîncî behsa serdema nû kirin.
 
Şanoger Omer Şahîn, bilêv kir ku ji roja Teatra Jiyana Nû ava bûye heta niha tim di nav lêgerînan de ye û tim li qada têkoşînê ya muxalif bûye û got, ji bo çîroka xwe binivîsînin tim tev digerin û dev ji qadê bernedane. 
 
ROJÊN ŞANOYA KURDΠ
 
Şahîn, ji bo serdema nû ya Teatra Jiyana Nû jî bilêv kir ku, wê di meha Mijdarê de li Stenbolê Rojên Şanoya Kurdî li dar bixin. Şahîn, anî ziman ku rojên şanoya kurdî cara ewil tên lidarxistin û got: "Em ê di navbera 20-25'ê Mijdarê de Rojên Şanoya Kurdî li dar bixin. Em ê li Şîşlî û Kadikoyê derkevin ser dikê. Ji ber ku niha bernama tam ne zelal e, em nikarin tiştekî bibêjin. Pêwendiya me bi hemû komên şanoya kurdî yên Li Tirkiyeyê re heye. Em dixwazin hemû beşdarî van rojan bibin." 
 
ŞANOYA BI ZIMANEKÎ QEDEXE 
 
Şanoger Rûgeş Kirici, bilêv kir ku di dîroka şanoyê ya cîhanê de tu rêwîtî naşibe rêwîtiya şanoya kurdî û got, ew bi zimanekî qedexe şanoya xwe çê dikin. Kirici, got: "Çîroka şanoya kurdî jî ne dûrî pêvajoya şoreşiyî ya gelê kurd e. Ev rewş ji bo qada hunerê hemû wisa ye. Rêwîtiyeke şanoyê ya bi vî rengî heye." 
 
Her wiha Kirici, bal kişand ser pêkanînên ku di 4 salên dawî de li Tirkiyeyê diqewimin û got, li gor salên 90'î tenê awayê qanûnê guheriye. Kirici, bilêv kir ku ji bo lîstikên xwe bigihînin temaşevanan sahneyê peyda nakin û got: "Hîn jî wisa ye. Lîstikên me tên qedexekirin. Em li hêlekê ve xebatên ceribandiyî dikin, li hêlekê jî diafirînin û li hêla din jî li hember qedexe, zext û zoriyan li ber xwe didin." 
 
‘LÊ EM Ê TIM Û TIM HILBERÎNIN' 
 
Kirici, anî ziman ku ew civakeke ku "xema wan î civakiyî" heye û got, ew bi hunera xwe temaşevanên xwe diafirînin. Kirici, destnîşan kir ku tu carî li ber zext û zoriyan tawiz nadin û ew tim û tim hewl didin xwe bigihînin temaşevanan. Kirici, got: "Li çi dibe bila bibe em ê li Kurdistan û Tirkiyeyê tim û tim hilberînin. A me jî qadeke têkoşînê ye. Rêya me didome." 
 
‘BILA WERIN TEMAŞE BIKIN, WÊ POŞMAN NEBIN' 
 
Her wiha Kirici, got: "Em bi nasnameya xwe bi zimanê xwe şanoyê dikin. Û em dixwazin gelê me bên û lîstikên me temaşe bikin. Bila werin temaşe bikin, di wê atmosferê de em ligel hev bin. Li ser navê xwe dibêjim, wê poşman nebin." 
 
Şanoger Cîhad Ekîncî jî destnîşan kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatine kirin saziyên çand û hunerê hatine girtin û ew pêvajo hîn jî didome. Ekîncî, got: "Gelek hunermend bi KHK'yan ji kar hatin avêtin. Heta êrîşî peykerên li parkan jî kirin. Navên kurdî hatin jêbirin. Li vir armanc ew e ku kurdan bê bîr bihêlin. Lê tevî hemû zext û zoriyan jî em tim û tim hene. Sehne tune bin jî, em bi awayekî xebatên xwe bi rê ve dibin. Em tu carî bêhêvî nebûne. Em hîn bêtir xurt dibin û rêya me didome."