Hunermendên ku konsera wan hat betalkirin: Kurdî tehamul nakin

img

MÊRDÎN – Piştî konsera Mem Ararat hat betalkirin, niha jî konsera hunermend Azad Bedran û Zinar Sozdar a li Nisêbînê betal kirin. Hunermendan bertek nişanî betalkirina konserê da û diyar kirin ku konserê wan li cihên din nehatine betmalkirin, lê li Nisêbinê betal dikin. Hunermendan anîn ziman ku ev bêtehamuliya li hemberî Kurdî ye.

Piştî konsera hunermendê Kurd Mem Ararat a li Wanê ji aliyê Walîtiyê Wanê ve hat qedexekirin, niha jî konsera hunermendên Kurd Azad Berdan û Zinar Sozdan a li Nisêbînê qedexe kirin. Şaredariya Nisêbinê ya HDP'î plan kiribû ku di 28'ê Tîrmehê de bi tevlêbûna Azad Berdan û Zinar Sozdar konserekê li dar bixe. Lê Qeymeqamiya Nisêbînê destûr neda ku konser bê li dar xistin. Şaredariyê armanc kiribû ku li Parka Navenda ÇanDê ya Mîtannî konsera hewa vekirî li dar bixe. Lê Qeymeqemiyê bi hinceta der barê Hunermendên Kurd Azad Bedran û Zînar Sozdar de doz hatiye vekirin destûr neda ku konserê li dar bixin.  Hunermend Bedran û Sozdar, bertek nîşanî biryara Qeymeqam dan. 
 
BEDRAN: LI AMEDÊ DESTÛR DAN LI NISÊBÎNÊ DESTÛR NEDAN
 
Hunermend Azad Bedran, bertek nîşanî biryara qeymeqam da û wiha got: "Tu dozê ku qeymeqam îdia dike tune. Der barê min de doz nehatine vekirin. Biryara qeymeqam bêtehamuliya li hemberî muzîka Kurdî ye. Biryar li dijî muzîka Kurdî û çanda Kurdî propaganda reş e. Naxwazin ku çanda Kurd pêş bikeve. Rojên borî konsera Mem Ararat li Wanê asteng kirin. Dixwazin hunermendên yek tîp û çanda yek tîp pêş bixin. Dixwazin yek stran û muzîk pêş bikeve. Em ê stranên xwe li her derê bêjin. Ji bo konsera min a di 12'ê Tebaxê te li Amedê destûr hat dayîn. Lê li Nisêbînê destûr nadin. Min di 21'ê Tîrmehê de jî li Îzmirê konser da. Çima li Îzmirê destûr didin û çima li Nisêbînê destûr nadin. 
 
‘BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ KURDÎ YE'
 
Hunermend Zinar Sozdar jî bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "6 sal berê doz li min hatibû vekirin. Doz bi encam bû û hat girtin. Em hinceta Qeymeqamê Nisêbînê bi tu awayî qebûl nakin. Ez ê vê mijarê bi parêzeran re jî bi axivim. Ezê şopdarê vê yekê bim. Pêwist be ezê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Sedem bêtehamuliya li hemberî Kurdî ye. Demek dirêj e li Ewropa me. Ji bo ku ez li bajarê xwe konser bidim pir kêfxweş bûm. Lê ev yek jî qedewxe kirin. Ger ku konser bi Tirkî bûya wê destur bidana. Neheqiyê li Gelê Nisêbînê dikin. Ez biryarê şermezar dikim."