Festîvala Çand û Xwezayê ya Dersimê dest pê kir

img

DERSIM – Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê bi ziyareta Gola Çeto û niyazan dest pê kir. Pîrê elewî Zeynel Kete vê bangê kir: “Gavek berê gavekê destê xwe ji ser pîroziyên me rakin.”  

 
Li Dersimê 19’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê ya bi dirûşma “Xwedî li Dersimê, bawerî, ziman û çanda xwe derkeve, bijî û bide jiyandin” pêk tê dest pê kir. Starta festîvalê bi serdana Gola Çeto hat dayîn. Dayik û pîrên elewiyan li vir niyazan kirin û rizaya xwe bicih anîn. Piştî serdana Gola Çeto girse hat Qada Seyîd Riza û daxuyaniya çapemeniya li dar xist. 
 
Parlamenterên HDP, CHP, Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu, nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî û gelek kes beşdar bûn.
 
Beriya daxuyaniyê pîr û dayikan li qadê niyazan kirin û çira pêxistin. 
 
'ÇANDA ME TALAN DIKIN’ 
 
Pîr Zeynel Kete daxuyanî da û kesên ji bo azadî û heqîqetê serbilind li piya ne, bi zindewariya Seyîd Riza û kelameta Ana Fatma silav kir. Kete da zanîn ku wan razabûna xwe ji ax û ziyaretgehan wergirtine hatine festîvalê û di qonaxa gihîştinê de baweriya elewî û çanda wan tune tê hesibandin. Kete di dewama axaftina xwe de got: “Heke tiştek ji bo baweriya me bê kirin divê ewil rizabûna xwe werbigirin. Lê di demên dawî de bêyî rizabûna me hebe, dixwazin li ser pîroziyên me projeyan çêbikin. Çanda me tune dikin. Hûn nikarin tiştekî bê rizab çêdikin. Gavek berê gavekê destê xwe ji ser pîroziyên me rakin.”
 
‘LI GEL QEDEXEYAN JÎ FESTÎVAL GIHÎŞT ÎRO’ 
 
Serokşaredar Fatîh Mehmet Maçoglu jî spasiyê xwe ji bo kesên keda wan derbas bûye kir û mêvanên hatin bajara wan silav kir. Maçoglu bi bîr xist ku festîval ji sala 1999’an ve tevî hemû astengî û qedexeyan heta îro hatiye û lê ev du salên derbas kirin bi hênceta “ewlehiyê” qedexe dikirin. Maçgolu da zanîn ku ew festîvalê diyarî bîranîna Ayaz û Nupelda yên xwişk û birayê hev ên li Pulurê di teqemeniyekê de jiyana xwe ji dest dabûn dikin û jiyanê pîroz dibînin. 
 
Piştî axaftinan loqme belav kirin û li Qada Seyîd Riza govenda herêma Dersimê varvara girtin. 
 
Festîval dê bi şahiyan heta derengiya şevê dewam bike.