Koma MA’yê amediyan bi dengê stranên Şêxo û Tîgran dilgeş kirin

img
AMED – Şahiyên Koşûyolu ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin di roja duyemîn de bi konsera Koma MA Muzîkê dewam kir. Komê dengê stranên hunermend Mihemed Şêxo û Aram Tîgran li Amedê belav kirin. 
 
Şahiyên Koşûyolû ya bi dirûşma “Jiyan Ya Me Ye, Gotin Ya Me Ye” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin di roja duyemîn de dewam kir. Parlamenterên HDP’ê û hevşaredarên HDP’yî 3u bi sedan welatî beşdarî şahiyê bûn. 
 
Dihat payîn panela bi sermijara “Çand û civak” bihata lidarxistin, lê Miduriyeta Polîsan a Amedê destûra panelê neda. Tê payîn dê di rojên pêş de panel bê lidarxistin. 
 
KOMA MUZÎKÊ YA MA’YÊ XELKÊ AMEDÊ DILGEŞ KIR 
 
Di şahiyê de Koma Muzîkê ya MA’yê derket ser dikê û stranên hunermend Mihemed Şêxo û Aram Tîgran ên di hunera kurdî de xwedî cihek girîng gotin û welatiyên Amedê li ber dengê stranên her du hunermendan dilgeş kirin. Ciwanên stran li komê dubare kirin bi coşek mezin govend gerandin. 
 
Di kêliya konserê de ceryan çû û komê bê enstrûman bi girseyê re stran gotin. Şahî bi berzkirina dirûşma “Amed li ber xwe bide” bi dawî bû. 
 
Di çarçoveya şahiyê de dê roja çarşemê Fîlmên Zarokan bê pêşandan.