Turkan Elçî û Hivron 'Jaro' vegotin

img

STENBOL - Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî piştî helbesta “Jaro” kir stran û bi awayekî klip weşandin,  diyar kir ku Jaro her tiştî şênber tîne ziman. Hunermend Hîvron ê ku helbest kir stran jî got "Tahîr Elçî Mem ê welatê me ye." 

Hunermend Hîvron, helbesta Turkan Elçî ya bi sernavê "Jaro" ku ji bo hevjînê xwe yê Serokê Baroya Amedê bû Tahir Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin nivîsand, kir stran. Strana "Jaro" ji KOM Muzîkê derket. Klîba ku hat weşandin di demek pir nêzîk de pir hat ecibandin. Turkan Elçî û Hivron têkildarî “Jaro” ji Ajansa Mezopotamya re axivîn. 
 
Turkan Elçî, anî ziman ku ji ber mamosteya wêjeyê ye her dem bi wêşeyê re mijûl dibe û wiha got: "Heta niha min her tişt bi Tirkî dinivîsand. Yekem car min ev helbesta Jaro bi Kurdî nivîsand. Ji ber ku li dora min kesê baş bi kurdî dizane pir kêm in. Ji bo helbesta ez binivîsim bê famkirin diviya bû ez Kuriya Batonê jî zanibim. Lê dîsa min bi Kurdî helbest nivîsand. Helbesta ku min nivîsand ji xeynî devoka herêma Botanê devokên herêmên din jî hene. Piştî ku min helbest nivîsand hevalê min Neşet Girasun li helbestê nerî û şand ji Hîvron re. Di fikra min de tiştek wisa tune bû. Piştî Neşet got ezê helbest ji Hivron re bişînim, min kêfxweşiya xwe anî ziman. Ji ber ku muzîka Hivron dihat ecibandin. Min bawer kir ku wê besteyek baş çêke. Piştî klîb hat weşandin tişta ku di klîbê de derbas dibe dilê min êşand. Ji ber ku rastiyê bi awayekî herî şênber tîne ziman. Ev klîb bi awayekî kolektif hat amadekirin. Tevî her tiştî muzîkek pir bi kalîte derket holê. Ji ber vê yekê kêfxweş im."
 
‘TAHÎR ELÇÎ MEMÊ WELATÊ ME YE'
 
Hunermend Hivron jî anî ziman ku bi windakirina Elçî windahiyek mezin dijîn û wiha got: "Bandora Mem li ser me gelek e. Mem di nava civaka xwe de xwedî rolek dîrokî ye. Di nava civaka xwe de bûye remzek. Me jî bi windakirina Tahîr Elçî Memê vî welatî winda kir. Mem li Cizîrê lehengê wêrekî û evînê ye. Li gori min Tahîr Elçî jî Memê welatê xwe ye. Mirovekî pir wêrek û zana bû. Leheng bû. Şopa li pey xwe hiştiye wê qet di dîrokê de winda nebe. Wê her dem wekî Mem bimîne. Armanca min di şexsê Tahîr Elçî de li gorî layiqiya Mem ez berhemekê ava bikim. Berpirsiyariya vê yeke bê guman ne hêzan e. Di strana Jaro de hest, muzîk û hunerê bûne yek û xwe bi wate kiriye. Helbesta ku Turkan Elçî nivîsand, tenê êşa wê venabêje. Ji ber ku Elçî li welatê me windaniyek mezin e. Bi vê helbestê hestê hezaran anî ziman û nivîsî. Ji ber vê yekê girîng bû ku em vê hest û helbestê bi hunerê re bihûnun û biginin civakê. Niha em bertekên pir erênî distînin. Kesên bi hunerê re eleqeder dibin divê li hemberî van lehengan sersar nemînin. 
 
MA / Îrfan Tunççelik