Zarokan bi dîtina ji çavên xwe wêneyên Amedê kişandin

img
AMED - Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê (Goç Vakfi) ya Amedê pêşengeha wêneyan a “Bi çavên Zarokan Amed” ku ji 40 berheman pêk tê da pêşandan. 
 
Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê ya Amedê pêşengeha wêneyan a “Bi çavên zarokan Amed” li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da pêşandan. Pêşengeya ku îro serê sibê hat pêşandan, wê heta sibê êvarî vekirî bimîne. Pêşengeha ku ji 40 wêneyên zarokan kişandine pêk tê, wêneyên Mînareya Çar Ling, Pira Deh Derî, Birca Ben û Sen, Kolanên Sûrê û gelek warên dîrokî yên Amedê pêk tê. Pêşengeh ji aliyê Gocvakfi ve û bi hevkariya Dilan Ok, Gulçin Şanli û tevlêbûna zarokan û fînansmana Komeleya Çanda Anadolu hat pêşandan. Wêne ji aliyê zarokên ku rewşa aboriya wan nebaş ve hatin kişandin. Piştî pêşengeh hat vekirin, parlementerê HDP'ê Hişyar Ozsoy û welatî li pêşengehê geriyan û wêne bi baldarî temaşe kirin. Pêşengeh wê heta saet 17:00’ê 7'ê Tîrmehê ji gel re vekirî be.