Dîwana Muzîkê ya Ma Musîcê bi eleqeyeke mezin bi dawî bû

img
AMED – Dîwana Muzîkê ya Ma Musîcê di roja sisêyan de bi dawî bû. Di roja sisêyan de şagirtên sentûr, sêtêl û piyanoyê derketin ser dikê û performansa xwe nîşan dan. 
 
Akademiya Muzîkê ya Ma Musîcê, piştî merasîma mezûniyetê ji bo şagirtên zarok Dîwana Muzîkê li dar xist. Dîwan li Navenda Çand û Kongreyê ya Şeradariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Malbatên zarokan û hunerhez tev li dîwanê bûn. Di roja sisêyan a Dîwana Muzîkê de şagirtên zarok ên sentûr, sêtêl û piyanoyê perfermansên xwe nîşan dan û dîwan bi eleqeyeke mezin bi dawî bû. 
 
Pêşî zarokên hînî sentûrê bûn derketin ser dikê, paşê zarokên hînî sêtêl û piyano bûn derketin ser dikê û performansên xwe nîşan dan. Beşdarvanan jî bi çepikên xwe tev li dîwana zarokan bûn. 
 
Di dawiya dîwanê de Amîne Yilmaz kulîlk dan mamsoteyan û diyar kir ku di 40 saliya xwe de bi saya Ma muzîkê hînî sentûrê bûye spasiya xwe pêşkêşî malbata Ma Musîcê kir.
 
Pişt re dayika şagirtê Ma Muzîkê Aram Ozen, Şengul Ozen li ser navê malbatên zarokan kulîlk dan mamosteyan û ji bo bernameyê kêfxweşiya xwe anî ziman û malavayiya Ma Muzîkê kir.