Weşanên Sor dosyayên helbestan ên Arjen Arî dike set

img

AMED - Weşanên Sor dosyayên helbestan ên helbestkarê gewrê yê yê kurd Arjen Arî dike set. Berpirsyarê Weşanên Sor Reşo Ronahî diyar kir ku armanc dikin setê bigihînin Fûara Pirtûkan a Amedê ya TUYAP'ê û got ku jiyana Arjen Arî "Panaromaya kurdan" e.

Weşanên Sor ku girîngiyê dide berhemên wêjeya kurdî, 9 dosyayên helbestan ên yek ji helbestkarên girîng ê wêjeya kurdî Arjen Arî ku beriya niha cuda cuda ji aliyê gelek weşanxaneyan ve hatine weşandin, dike set. Seta Weşanên Sor ku dê bi sedan helbestên Arjen Arî bigihîne xwînerên kurd ji van dosyayan pêk tê: "Şêrgele, Ev Çiya Rûspî Ne, Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Erotîka, Çil Çarîn, Payîza Peyvê, Destana Kawa û Azhî Dehaq, 72 Nefî û Şi'ir û Sînor” 
 
Berpirsyarên Weşanên Sor Reşo Ronahî têkildarî seta dosyayên helbestan a Arjen Arî ku dê biweşînin agahî da. 
 
DÊ BIGIHÎJE FÛARA AMEDÊ
 
Ronahî diyar kir ku amadekariyên wan ên setê didomin û wiha got: "Em armanc dikin ku setê bigihînin Fûara Pirtûkan a Amedê ya TUYAP'ê ku dê payîzê bê vekirin. Em ê di fûarê de ji bo Arjen Arî hin çalakiyan li dar bixin.
Em ê tenê bi fûarê jî bi sînor nemînin. Dê li gelek bajaran ji bo bîranîna Arjen Arî çalakiyan li dar bixin. Her wiha piştî weşandina setê em difikirin ku di mehên zivistanê de jî bi beşdariya hunermend Mehmet Atli, Yûnûs Dîşkaya, Rûken Yilmaz ku helbestên Arjen Arî kirine beste û distrînin jî ji bo bîranîna Arjen Arî konser bidin."  
 
HEMÛ HELBESTÊN WÎ BI HEV RE TÊN WEŞANDIN
 
Ronahî bi bîr xist ku hemû berhemên Arjen Arî beriya niha ji aliyê weşanên cuda ve hatine weşandin û got ku cara yekemîne dosyayên wî yên helbestan hemû bi hev re weke set tên weşandin. Ronahî bi lêv kir ku di nav seta wan de 9 dosyayên helbestan ên Arjen Arî hene û têkildarî bernameya wan pêşerojê ya ji bo Arjen Arî jî ev agahî da: "Weke tê zanîn ji bilî dosyayên helbestan, çend pexşaneyên Arjen Arî jî hene. Dê di pêşerojê de ji bilî dosyayê helbestan, em ê helw bidin ku van pexşaneyên Arjen Arî jî cûda cûda biweşînin. 
 
'ÊŞÊN KURD JI XWE RE KIRIYE DERD'
 
Ronahî têkildarî hilbijartina wan a Arjen Arî ev tişt gotin: "Nifşa Arjen Arî nifşeke helbestkar e. Nifşeke ku Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê dîtiye. Arjen Arî zilma salên 1990'î ditiye, para xwe ji hêzên tarî girtiye û birîndar bûye. Di 40 salên dawîn de li Bakurê Kurdistanê şahidiya gelek bûyerên xerabe kiriye. Arjen Arî van tiştan hemû di pirtûkên xwe de nivîsandiye. Serborî û êşên kurdan ji xwe re kiriye derd û bi tarza xwe nivisandiye. Ji wêjeya klasîk sude wergirtîye lê bi tarzeke moderne nivîsandiye." 
 
'HEMÛ HELBESTÊN XWE YÊN BI TIRKÎ DIŞEWITÎNE'
 
Di berdewamê de Ronahî bi awayekî kurt qala jiyana Arjen Arî jî kir û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Şexsiyeta Arjen Arî û nivîsandina wî ya bi kurdî weke panaromaya kurdên ku li Bakurê Kurdistanê dijîne. Arjen Arî Enstituya Perwerdeya Tirkî ya Amedê dixwîne û dibe mamoste. Destpêkê bi tirkî helbestan dinivisîne û paşê li zimanê xwe yê dayikê vedigere. Hemû helbestên xwe yên bi tirkî ji holê radike. Ji ber vê yekê ev panaromaya me kurdan e. Lewre em kurd bin tesîra nivîsandin û axaftina bi tirkî de mane. Bi saya Arjen Arî gelek ciwanên kurd wêjeya kurdî nas kirine û ji helbestê hez kirine. Ez jî yek ji van ciwana me. Min piştî ku pirtûka "Şêrgele" ya Arjen Arî xwend dev ji xwendina helbestên kurdî berneda. Lewre ew tehme ku mirov dixwaze dide mirov."
 
PÊŞNIYAREK LI ŞAREDARIYA NISÊBÎNÊ
 
Ji bo bîranîna Arjen Arî jî Ronahî got ku gelek kar dikeve ser milê PEN'a Kurd û ev pêşniyar li Şaredariya Nisêbînê kir: "Şaredariya Nisêbînê çima ji bo Arjen Arî li gundê wî Çalê ango li navnda Nisêbînê birdariyeke ku li serê helbesta wî ya "Çalê" bê nivîsandin çêneke? Nisêbîn ji bo çand û zimanê kurdî cihekî girîng e. Em pêşniyar dikin ku bila Şaredariya Nisêbînê her sal ji bo Arjen Arî çalakiyek li dar bixe. Ji bo piştgiriya vê yekê em ji niha ve amade ne."
 
ARJEN ARÎ KÎ YE?
 
Arjen Arî di sala 1956'an de li gundê Çalê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik dibe. Helbesta wî ya yekemîn di sala 1979'an de di Kovara Tîrêj de hatin weşandin. Helbesên wî li Swêd û Tirkiyeyê di Rojnameya Azadiya Welat, kovarên mîna Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem, Çira, Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, Peyv, Nûbûn û Karwanê de hatine weşandin. Di sala 2004'an de di nav damezrînerên Yekitiya Nivîskarên Kurd de cih digire. Di 30'ê Cotmeha 2012'an de ji ber nexweşiya pençeşêrê li Amedê jiyana xwe ji dest dide. 
 
MA / Bîlal Guldem - Kadrî Esen