Pêşengehek estetîk: Peykerên ji têlên înşatan hatine çêkirin

img

AMED – Habîbe Daşgin peykerên xwe yên ji têlan bi pêşangehekê derxist pêşberî xelkê. Daşgin got: “Têl parçeyekî hunera min e, piştî ku ez şikil didim wê, ew dibe huner, ez bi vî çavî li têlan mêze dikim."

Habîbe Daşgin di sala 2011’an de piştî zanîngehê diqedîne tê li Amedê dest bi mamostetiya Çanda Dîn (Dîn Kulturu) dike. Piştî re eleqeya wê li hember wêne xêzkirin û çêkirina peykeran zêde dibe. Ewilî dest bi çêkirina wêneyan dike. Pişt re li gel peykersazê ji Mahabadê Seywan Saedian dest bi perwerdehiya çêkirina peykerên metal û têlan dike. Daşgin par atolyeya peykersaziyê ya Saedian jê dewr digire û ew bi serê xwe dest bi çêkirina peykerên ji têlan çê dibin dike. Daşgin li ser portreyên ji peykerên têlan dixebite. Nêzî salekê nêzî 18 peykerên têlan çê kir. 
 
Daşgin peykerên xwe ji têlên înşatan ku hesin pê tên girêdan çê dike. Daşgin piştî xebata xwe ya nêzî salekê di 8’ê Hezîranê de li Atolyeya A4 ku li Semta Ofîsa Amedê ye berhemên hilberandiye bi peşengehekê derxist pêşberî vexwindiyên xwe. Pêşengeh dê heta 30’ê hezîranê vekirî be. 
 
‘EZ BI ÇAVÊ TÊLEK DÊ BIBE HUNER LÊ DINÊHIRIM’ 
 
Daşgin têkildarî berhemên xwe ji ajansa me re axivî û wiha got: “Di çêkirina portreyên peykerên ji têlan têde îfade heye. Dema tu lê dinêhirî hest û hîs heye. Ji bo min têl bi qîmet bûye. Têl parçeyekî hunera min e, piştî ku ez şikil didim wê, ew dibe huner, ez bi vî çavî li têlan mêze dikim."” 
 
‘PIR NAYÊ ZANÎN’ 
 
Daşgin diyar kir ku ji sala 2011’an ve ku hatiye Amedê li ser vê xebata hunerê bi awayek micid sekiniye û dest pê kiriye û got: “Seywan Saedian perwerdehiya peykeran da min. Ev pêşengeha min a ewil e. Niha min bi çêkirina peykerên têl dest bi pê kiriye. Peykerên têl pirr nayê zanîn. Hin însan dibêjin ku qey ev huner afirandina min e, lê ne ya min e. Ev hunera peykerên têl li Ewrûpayê gellek heye.” 
 
‘WEK XÊZKIRINÊ XUYA DIKE LÊ PEYKER IN’ 
 
Daşgin anî ziman ku ew li ser mijarek diyar nexebitiye û ji ber di vê qadê de nû ye bêtir li ser portreyên mirovan xebitiye. Daşgin da zanîn ku ew hêj di destpêka kar de ye û wiha got: “Ev berhemên peşêngehê xebatek nêzî salekê ye. Ez ewilî modela wan di serê xwe de teşe didimê, li ser xaxizê xêz dikim û pişt re bi têlan çêdikim. Min xwest bi têlan tiştek cuda çêbikim. Peykerên bi têl gellek xweşik û zarîf xwe dide nîşandan. Ev peyker hinek wek xêzkirinê li dîwar disekinin, lê dema mirov li nêz temaşe dike xwe dide eşkerekirin ku peykerên têl in. Dema mirov lê mêze dike ne rastî ne, lê wek hestek ku rastî ne hest dide mirov.” 
 
MA / Bîlal Guldem