Lîstika 'Di Tuvaletê De' li Enqereyê lîstin

img

ENQERE - Lîstika "Di Tuwaletê de" ku Niviskar û helbestvan Rênas Jiyan nivîsiye li Enqereyê derket pêşberî temaşevanan. Lîstika ji aliyê Sîbêj Performans ve hatiye amadekirin wê derkeve tûrneyê. 

 
Lîstika “Di Tuvaletê De” ku nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan nivîsey û Sibêj Performans ew wekî lîstik amade kir, li dika367 a Enqereye hat peşandan. Lîstika bi yek kesî hat lîstin ji aliyê Zelal Angay ve hat amadekirin û Zinar Ataman karaktera "Xwekuj" lîst. 
 
Lîstik derdikeve turneyê û wê di 18'ê Gulanê de li Stenbol, di 22'ê Gulanê de li Êlih, di 24'ê Gulanê de li Amed û di 26'ê Gulanê de jî li Nisêbînê bê pêşandan.