‘Belgefîlm paceya li rastiyan ve dibe ye’

img

AMED - Samuel Aubîn ê li atolyeya nivîsandina senaryo ya di çarçoveya Mîhrîcana Fîlm a FîlmAmedê de hat vekirin perwerdê dide, diyar kir ku belgefîlm paceya li rastiyan vedibe ye. Aubîn, anî ziman ku 3 projeyên ku di atolyeyê de bên hilbijartinê, dê li Êrîvanê ji çêkeran re bên bêşandan. 

 
Mihrîcana FîlmAmed ku îsal ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhşilata Navîn ve cara 7’emîn di navbera 8 û 12’ê Gulanê hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de, ji welatên Asya, Emerîqaya Latîn, Ewropa, Rojhilata Navîn û Kurdistanê 42 belgefîlm hatin pêşandan û ji aliyê gelek kesan ve hatin temaşekirin. Mihrîcan bi dawî bû, lê atolyeyên di çarçoveya Mîhrîcana Fîlm a FîlmAmedê de hatibû vekirin dê heya 19’ê Gulanê dewam bikin.   
 
Samuel Aubîn ê Fransayê li atolyeya nivîsandina senaryo ya di çarçoveya Mîhrîcana Fîlm a FîlmAmedê hatibû vekirin de, perwerdê dide. 
 
‘EM DERFETÊN ÇÊKIRINA PROJEYAN PÊŞKÊŞ DIKIN’
 
Aûbîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got: “Berî her tiştî ji ber ku li Amedê me pir keyfxweşim. Yekem care têm Amedê. Ligel ku ev cara yekemîne têm Amedê jî, min derbarê Amedê de gelek tişt xwendine û bihîstine. Derbarê bajêr de berê jî, agahiyê min hebûn. Ez ji bo Atolyeya Nivîsandina Senaryo a Belgefîlman hatim bajêr. Ji bo ku beşdarvanên atolyeyê dosyeyên senaryo amede bikin, ez ji bo wan dibim alîkar. Di saya vê atolyeyê de em derfetên çêkirina projeyan pêşkêşî derhêneran dikin.”
 
‘3 PROJE JI BO BIÇIN ERÎVANÊ DÊ BÊN HILBIJARTIN’
 
Aûbîn, da zanîn ku di dawiya  atolyê de, dê beşdar van dosyeyên projeyan amede bikin û wiha bilêv kir: “Di nava van projeyan de dê 3 proje bên hilbijartin. Ev proje îsal dê li paytexta Erîvan a Ermenîstanê ji çêkeran re bên bêşandan. Emê bi vî awayî hin zêdetir çêkerên belgefîlmên derhêneran bibînin.”
 
‘PACEYA  LI RASTIYAN VE DIBE YE’
 
Aûbîn, bal kişand ser girîngiya belgefîlman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lidarxistina mîhrîcana belgefîlman pir girînge. Ji ber ku belgefîlm pacea li rastiya ve dibe ye. Mîhrîcana gelgefîlman li cih weke Amedê li darxistin, pir girînge. Ev dide nîşandan ku ev herêm girîngiyê dide belgefîlman.”