Komîteya Amadekar a Mihrîcana FilmAmed: Sinema jî di bin tecrîdê de ye

img

AMED - Endamê Komîteya Mihrîcana FilmAmed Welat Yalçin, diyar kir ku tecrîd wekî hemû qadên jiyanê xistiye bin tesira xwe sînema jî xistiye bin tesîra xwe û got: "Ev mihrîcan ji bo em pirsgirêkên sinemayê çareser bikin em li dar dixin. Sînema jî di bin tecrîdê de ye." 

 
7'emîn Mihrîcana FilmAmed ku çirok û jiyana têkoşîna jinên ku li Irak, Efganistan û Suriyeyê ji bo wekheviya zayendê têdikoşin vedibêje, bi belgefîlma "Ez Şoreşim" dest pê kir. Mihrîcana ku ji 20 jê jin bi giştî ji 42 derhêneran pêk tê, şevê din dest pê kir. Mihrîcana ku di 8'ê Gulanê de dest pê kir wê heta 12'ê Gulanê berdewam bike. Têkildarî mihrîcanê Endamê Komîteya Mihrîcana FilmAmed Welat Yalçin, diyar kir ku tecrîd wekî hemû qadên jiyanê xistiye bin tesira xwe sînema jî xistiye bin tesîra xwe. Yalçin, anî ziman ku di vê mihrîcanê de belgefîlmên welatên Asya, Emerikaya  Latîn, Ewropa, gelek welatên Rojhilata Navîn û çar perçeyên Kurdistanê hene û wiha got: "Bi piraniya mihricanê mijara sereke jin û têkoşonina jine ye. Cih dide têkoşina jinê, ekolojî, pirsgirêka penaberiyê û gelek mijarên din. Li her qadê pirsgirêk hene. Lê li gel pirsgirêkan belgefîlmên ku çareseriyê jî vedibêjin hene." 
 
'SÎNEMA JI CIVAKÊ NE QUT E' 
 
Yalçin, da zanîn ku wekî çand û hunerê sînema jî ji jiyana civakê ne qut e û nikarin ji jiyana civakê cuda bigirin dest û wiha got: "Dayikên Aştiyê hatin vekirinê. Dayikên ku zarokên wan zêdeyî 3 mehin di greva birçîbûnê de ne hatin beşdarî mihrîcanê bûn. Ew her roj li kolanan rastî jop, tacîz û tundiyê hatin. Ev ne tenê pirsgirêka wan e. Em ji di nava vê civakê de heman pirsgirêkê dijîn. Greva di pêşengiya Leyla Guven de dest pê kir, ne tenê ji bo daxwazên şexsî ne. Niha tecrîd li ser hemû beşên civakê belav bûye. Ev çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê ne. Em wekî komîteya mihrîcanê tercîdê wekî tundiya li ser hemû civakê dinirxînin. Sinema ji bûyerên civakê nikare dûr raweste. Huner û çanda ku ji çavkanî û koka xwe dûr bikeve nikare bibe huner. Ger ku tecrîd hebe sînema nikare azad hilberîne. Ez bawer dikim ku em mirovên bi vê civakê re êş û şahiyên wan parve dikin. Em hemû van êş û şahiyan di nava xwe de jî dibînin û dijîn. Ji ber vê yekê sînema jî di bin tecrîdê de ye. Mehên borî meclîsê der barê sinemayê de zagona sansurê îmze kir. Ji ber vê yekê tecrid ne tenê li ser kesekî an li ser gel3e kurd e. Li ser hemû beşên civakê tê meşandin û sînema jî dinava vê yekê de ye. Hemû beşên civakê eleqeder dike û bandor dike. Sînemavan bang li projeyan nakin. Projeyên simemayên me ji aliyê Wezareta Çandê ve nayên erêkirin. Li ser sînemayê sansur heye. Piştgiriyê nadin projeyên me. Dema em li giştî dinerin, simena jî di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê wekî hevparên mihrîcanê em dixwazin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ger ku di civakêde aştî û lihevkirinek bê xwestin wê demê divê tecrîd bi dawî bibe. Divê birêz Ocalan bi parêzer û malbatê re bi rêk û pêk hevdîtinê bike. Gotinên wî bandorê li ser hemû beşên civakê dike. Ji ber vê yekê pêdivî bi fikr û gotinên wî hene. 
 
'EM BINGEHA NIQAŞKIRINA PIRSGIRÊKAN AVA DIKIN'
 
Yahçin, herî dawî anî ziman ku armanca Sinema û mihrîcanê ewe ku nêzîkatiyek kolektiv ava bikin û wiha bi dawî kir: "Heta ku di sinemayê de parvekirinek kolektif neyê avakirin berhemek xurt dernakeve holê. Mihrîcan mirovan tînin cem hev. Bingeha niqaşkirina pirsgirêkan ava dikin. Dîsa bi awayekî kolektef li çareseriya pirsgirêkan digerin. Ji bo pirsgireka cinayetên jinan, îstîsmara zarokan, tarîbata ekolojîk û pirsgirêkên din çareser bike, bingeha çareseriyê ye. Sînemagerên ji bajarên cuda yên Tirkiye û dayikên aştiyê bûn mêvanên me. Me aliyên wan ên hevpar li vir gîhand hev. Êş, şahî û pirsgirêkên wan ên hevpar li vir bûn yek. Welat bûye komara polîsan. Li derve 2 mirov nikarin bên cem hev. Mirov bi awayekî azad nikare fikrên xwe bînin ziman. Ev mihrîcan ji bo vê yekê giring e. Em bang li her kesî dikin ku tev li mihrîcana me bibin."