Bi 4 zimanan dîroka Pira Malabadê vedibêje

img
AMED - Abdûlsamet Yildiz ku paqijiya Pira Malabadê dike, ji bo kesên tên pirê bi kurdî, tirkî, îngilîzî û japonî bi strankî dîroka pirê vedibêje. 
 
Welatiyê bi navê Abdulsamet Yildiz (50) ku paqijiya Pira Malabadê dike, ji kesên tên serdana pirê dikin bi çar zimanan dîroka pirê vedibêje. Yildiz, bi kurdî, tirkî, îngilîzî û japonî bi strankî dîroka pirê vedibêje. 
 
Yilmaz ku erdê wî li ber pirê ye diçîne û bi karên rojane debara xwe dike, ji ber demeke bê kar maye li Pira Malabadê dest bi kar kiriye. Yilmaz, paqijiya pirê dike. Yilmaz, diyar kir ku ew pêşî dîroka pirê bi kurdî û tirkî ji serdêran re vedibêje û got: "Lê belê ez fikirîm, sibê du sibe turîstên biyanî bên ez ê çawa behsa pirê bikim. Li ser vê pêşî min bi îngilîzî û paşê bi japonî vegot. Helbet niha tam ne bi dilê min e, lê her ku turîst bên wê ev yek pêş bikeve. Japonî zimanekî xweş e, zehmetiyê dikişînim lê ez tam hîn bibim." 
 
Yilmaz, dîroka pirê bi terhên cuda vedibêje û got: "Min dît tim bi heman awayî nexweş e, vê carê li ber strana Malabadê vedibêjim. Bi vî awayî mirov kêfxweş dibin. Dixwazim vê dîrokê ji her kesî re vebêjim. Lê belê hîn jî hin pirsgirêk hene. Ji van odeyan bêhna genî tê. Eger destûr bê dayîn, ez dixwazim evan deran bi sabûnê bişom. Naxwazim zirarê bigihê. Her ku behsa evan deran dikim, mirov jî ji dilê wan çi bê didin min. Ez jî bi vî awayî debara xwe dikim." 
 
MA / Metin Yoksu