Promiyera lîstika ‘Nobedarê Dilên Hêsîr’ a Melayê Cizîrî hat pêşandan

img
AMED – Koma Şanoyê ya Mordem Hunerê, promiyera lîstika “Nobedarê Dilên Hêsîr” a ku qala helbest, jiyan û felsefeya Melayê Cizîrî dike da pêşandan. 
 
Koma Şanoyê ya Mordem Hunerê bi lîstikek nû derket pêşberî şanohezan. Komê lîstika “Nobedarê Dilên Hêsîr” a evîna helbestvanê bi nav û deng ê kurd Melayê Cizîrî ku wek feylezofê demê jî tê nasîn amade kir. Lîstîka ku ev çend meh bû amadekariyên wê didomiyan bi promiyerê li salona Mordem Hunerê hat pêşandan. Gelek nivîskar û şanohez beşdarî promiyera lîstikê bûn.
 
Lîstika “Nobedarê Dilên Hêsîr” a ku derhêneriya wê Bariş Işik dike her wiha Bariş Işik, Kenan Demîr, Pelda Bal, Leyla Devecî, Mustafa Zeren û Veysel Aslan jî wek lîstîkvan dileyîzin. Listîka ku nêzî saetekê didome bi helbest û evîna Melayê Cizîrî hatiye honandin. 
 
Lîstika ku ji aliyê şanohezan ve bi baldarî hat temaşekirin û hat ecibandin bi dawîbûna lîstikê re li ser piya li çepikan dan. 
 
Piştî lîstikê şanoger Kenan Demîr xêrhatina hemû mêvanan kir û diyar kir ku ew kêfxweşin ku jiyan, helbest û felfesefeya Melayê Cizîrî kirin şano û pêşkêşî temaşevanan dikin û ew bi vê lîstikê dixwazin balê bikişînin ser heqîqeta helbest û wêjeya Melayê Cizîrî. 
 
Dê lîstik îro êvarê jî saet di 20.00’an de bê pêşandan.