Derhênera fîlma ‘Tebeşîr’: Em hene

img

STENBOL – Wê fîlmê "Tebeşî" ê mamoste Ozge Astan ku bi KHK'ê hat îxrackirin, di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de bê nîşandan. Astan, bilêv kir ku wê xwestiye dengê xwe ragihîne û got: "Ji me re gotin 'hûn nikarin mamostetiyê bikin.' Me jî bi vî fîlmî got em hene." 

Fîlma "Tebeşî" a mamoste Ozge Astan ku bi KHK'ê hat îxrackirin, dê di 8'ê Adarê de li Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bê nîşandan. Di dema kişandina fîlm de mamoste Aynûr Barkin û Seher Darilmaz jî alîkariya Astanê kirine. Xwendekarê astanê Bûrhan Agbaba jî bi kameraya xwe alîkariya wê kiriye. 
 
‘SENRAYO ÇÎROKA MIN BI XWE YE' 
 
Astan, diyar kir ku senaryoya fîlmê wê çîroka wê bi xwe ye û got: "Mamsoteyeke ji kar hatie avêtin, behsa xebata xwe ya li saziyekê dike. Her wiha behsa çalakiyên xwe yên li kuçeyan jî dike. Senaryo hat qebûlkirin û proje hat destekkirin. Li ser vê me jî tevî hevalên xwe fîlm kişand. Min ji hevala xwe Aynûr pirsî 'em ê karibin bikin?' Aynûrê kamera hilgirt û lênerî. Di nav çend rojan kamera hel kir. hevala me mamoste Seher jî hatibû îxrackirin. Di fîlm de sahneyeke xewnê heye. Min jê pirsî, tu dikarî vê sahneyê xêz bikî. Wê jî xêz kir. Denîz jî sêwirînerê me ye û berê jî der barê KHK'yan de fîlmek kişandibû. Wê jî fîlm sêwirand. Bi vî awayî çêbû." 
 
Astan, anî ziman ku wê xwestiye bi fîlm derdê xwe bîne ziman û dengê xwe ragihîne. Astan got: "Ji me re gotin 'hûn nikarin mamostetiyê bikin. Hûn nikarin li tu saziyeke perwerdehiyê bixebitin. Hûn nikarin biçin derveyî welat.' ev kar di heman demê de karê hebûniyê ye. Yanî me xwest em bi vî fîlmî bjin, em hene." 
 
Wê fîlmê Astanê di 8'ê Adarê de bê nîşandan û ji bo temaşekirinê bang li her kesî kir. 
 
MA / Sadiye Eser