'Bi kurdî biaxive, bixwîne, binivîse'

img

SEMSÛR - Şerîf Yilmaz ku li Semsûrê di bin banê DÎSA-DER'ê de perwerdehiya zimankê kurdî dide got: "Li hemû qadên jiyanê bi kurî bixwînin, binivîsînin, biaxivin û bi kurdî bifikirin." 

Li Semsrûê, xebatên Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (DÎSA-DER) didomin. Yek ji mamosteyên DÎSA-DER'ê Şerîf Yilmaz, destnîşan kir ku tişta girîng jî ew e ku tevî ev qas zext û zorî kurdî li ber xwe dide, lê belê dîsa jî ev têr nake. Yilmaz, bilêv kir ku li Semsûrê wan hîn nû dest bi xebatan kiriye û hewl didin ku valahiya di vî warî de dagirin. 
 
‘DIVÊ EM LI HEMÛ QADA BIAXIVIN' 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku tevî hemû çewisandinan jî ew ji bo pêşxistina zimanê xwe yê zikmakî têdikoşin û got: "ziman, beden û ruhê mirov e. Wexta dewletên serdest dixwazin neteweyekê tune bikin, pêşî zimanê wê neteweyê qedexe dikin. Li Rojhilata Navîn çi qas mafê tirk, ereb û gelên din hebe, ev qasî jî mafê gelê kurd heye. Lê belê, vî mafê gelê kurd nayê naskirin. Bi ser de jî kurdî tê qedexekirin. Loma, ji bo parastina vî zimanî, divê mirov li hemû qadan bi kurdî biaxive." 
 
‘ZIMAN NAYÊ QEDEXEKIRIN' 
 
Yilmaz, bilêv kir ku li Tirkiyeyê ji almanî û ingilîzî bigire bi gelek zimanan perwerdehî tê dayîn û got: "Niha behsa biratiya gelê tirk û kurd tê kirin. Lê belê, zimanê kurdî hîn jî qedexe ye. Ev tiştekî çewt e. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ger em bira bin, çima zimanê me qedexe ye? Lê çi qasî qedexe dikin bila bikin, em ê hîn bêtir xwedî lê derkevin." 
 
Yilmaz, bilêv kir ku a neteweyekê dike netew e ziman e û got: "Her netewe xwedî zimanekî ye. Xweza bi xwe jî xwedî zimanekî ye. Em kurd in û gelekî cuda ne. Çima zimanê me tê qedexekirin? Li dibistanên bi ingilîzî, almanî, fransî perwerdehî heye, lê bi kurdî tune ye. Tim tê gotin, ev welateke misilman e, lê belê her çend ev yek di ayetan de jî derbas dibe lê dîsa jî tê înkarkirin." 
 
‘BIAXIVE, BIXWÎNE, BINIVÎSE Û BIFIKIRE' 
 
Yilmaz, bi bîr xist ku piştî KURDÎ-DER bi KHK'ê hat girtin, demekê ev qad vala maye û niha wan ji nû ve dest bi perwerdehiya kurdî kiriye. Herî dawî Yilmaz got: "Divê li hemû qadên jiyanê herkes bi kurdî bixwîne, binivîsîne, biaxive û bifikire. Li ser zimanê me tim zext û zorî hene. DIvê em li dijî van çewisandinan bêtir bitêkoşin."