Li Navenda Çandê ya Serhedê qadeke alternatîf

img

WAN - Li Navenda Çandê ya Serhedê, li atolyeyên hatin vekirin dersên wêne, tembûr, piyano, gîtar, erbane, bilûr û kemanê tên dayîn. 

Li Wanê Navenda Çandê ya Serhedê di serdema nû de 7 atolyeyên cuda vekirin. Li navenda çandê dersên wêne, tembûr, piyano, gîtar, erbane, bilûr û kemanê tên dayîn. Perwerdekar Şahîn Acar, diyar kir ku armanca wan ew e ku gelê Wanê û huner û muzîkê bînin cem hevdu. Acar, destnîşan kir ku huner û muzîk bivê nevê ye û pêdiviya mirovan pê heye. Acar got: "Armanca Navenda Çandê ya Serhedê ew e ku mirov û huner û muzîkê bînin cem hevdu." 
 
‘QADEKE ALTERNATÎF' 
 
Acar, da zanîn ku ji her temenî mirov tev li atolyeyan dibin, lê belê piranî jê zarok in û got: "Ên tên atolyeyê dersên gîtar, piyano, tembûr gelek enstrumanên din digirin. Mirovên tên vir ji ber atolyeyên bi vî rengî pir kêfxweş in. Bi taybetî jî zarokên ku li dibsitanan dersên muzîkê nagirin li vir xwesteka xwe pêk tînin û eleqeyeke mezin nîşan didin. Divê li dibistanan ji xeynî dersên sereke, dersên hunerê jî hebin. Wisa difikirim ku divê mirov fikr û hestên xwe bi muzîk û hunerê bînin ziman. Lê mixabin di pergala perwerdehiyê de kêmasiyeke bi vî rengî heye. Ji bo em vê kêmsaiyê ji holê rabikin em xebateke alternatîf dikin." 
 
Acar, ji bo beşdarbûna atolyeyan bang li hemû ciwanan kir.