Bernameya Şa Performans a Çile diyar bû

img

STENBOL – Bernameya meha Çile ya Şa Performans ku weki dikek alternatif hat avakirin, diyar bû. Şa Ferformans dê di çile de belgefîlm, şano û konser jî di navde gelek bername û çalakiyan pêk bîne. 

Bernameya Meha Çile ya Şa Performans a çand û hunerê diyar bû. Şa Performans ku di Tebaxa 2018'an de hat avakirin, ji roja hat avakirin û heta niha gelek xebatên çand û hunerê pêş xistin. Rêveberê Şa Performansê Egit Firat, der barê xebatan de agahî da. Firat, destnîşan kir ku bernameyên xwe mehane amade dikin û wiha got: “Em bernameyên salane pêk nînin. Mer meh heta 25'ê mehê bernameya meha li pêş amade dikin. Hin xebatên me yên em salane difikirin jî hene. Xebatên Şano, def, tambur, gîtar, keman, kurte-film û kargerî yên ku me dane pêş xwe jî hene. Ev xebatên me ne bi komî ne. Yek bi yek in. Îsal dê ji bo Roja Şano ya Cîhanê, Roja Ziman a Cîhanê û rojên din ên taybet bernameyên me hebin." 
 
JI BER ZIMANÊ KURDÎ EM RASTÎ GELEK ASTENGIYAN TÊN 
 
Firat, destnîşan kir ku ji ber xebat û afîşên wan bi kurdî ne rastî gelek astengiyan tên û wiha got: "Li cihekî wekî Stenbolê ji sedî 100 xebatên me bi kurdî ne. Ji ber xebatên kurdî 2-3 qat astengiyên li pêş me zêde dibin. Dîsa di aliyê aborî de jî em rastî zahmetiyan tên. Her ku em afîşan dadiliqînin, dewlet tê astengiyan derdixe. 
 
 
BERNAMEYA MEHA ÇILE WIHA YE
 
8 Çile saet 20.00 Stand-up -Mehmet Erbey - Chalak Events
 
9 Çile saet 20.00 Stand-up Mehmet Erbey - Chalak Events
 
11 Çile saet 20.00 Belgefîlm (Seyadê Şamê)- Keremo
 
12 Çile saet 17.00 gotubej (Çiya Mazî) Ronak
 
13 Çile saet 20.00 Belgefilm (Gala) Ji Akademîye re Raporek - Bilal Korkut
 
16 Çile saet 20.00 Konser - (Murat Demir) Şa Performans
 
17 Çile saet 20.00 Tenê Ez (Tiyatro) Teatra Jiyana Nû
 
18 Çile saet 20.00 Ji Akademîye re Raporek Şa Performans
 
19 Çile saet 18.30 Film/gotubeş îmze (ZER) - Kazim Oz  dê tev lê bibe 
 
20 Çile saet 17.00 gotubêje /imze - (Mirad Bayram)  Şa Performans
 
23 Çile saet 20.00 Karagoz Muhtar -Emin Taşdemir Şanoya Karagoz 
 
25 Çile saet 19.00 Konser (Dengbeji) Kazo-Keremo
 
26 Çile saet 20.00 Şanoya Sefaya Karagoz - Cengiz Samsun.