Çîroka sînorê çêker ê di navbera du gelan de

img

QERS - Gundê Pekran ê Dîgora Qersê ku 50 kîlometre dûr sînorê Ermenîstanê ye, di wesfa çîroka sînorê çêker ê di navbera herdu gelan de ye. Kurdên piştî ermenî hatin koçberkirin li gund bi cih bûn dibêjin "Hîn jî em di bin banê dijîn" û li bendê wê rojê ne ku sînor bê vekirin. 

Gundê Pekran ê Dîgora Qersê, li ser sînorê Tirkiye-Ermenîstanê ye. Di navbera Pekran û Ermenîstanê de Çemê Arpaçay heye. Wexta di dema tehcîrê de ermenî tên koçberkirin, kurd li vî gundî bi cih dibin. Wexta kurd bi cih dibin tu tiştî naguherînin û li malên ku ermeniyan çêkirine dijîn. Li vî gundî 6 dêrên ermeniyan hene. 
 
Gund li newaleke ku li qeraxa Çemê Arpaçayê ye û 40 mal lê hene. Li vî gundî depoyên hewaya sar jî ji dema ermeniyan mane. Tevî dîroka xwe ev gund bi axa xwe ya berdar jî tê zanîn. Gundî dibêjin tiştên ew diçinîn, berdariya wan zêde ye. Li qeraxa Arpaçayê tevî darên sêv û gûzan, gelek darên fêkiyan hene û her sal gelek turîst tên gund. 
 
Her wiha dêra 50 metre dûrî gund e û li nav sînorê Ermenîstanê ye jî hindik maye birûxe. Gundî dibêjin, leşkerên qereqola gundê wan dema terhîs dibin guleyan bera dêrê didin. Gundî tînin ziman ku demeke berê qereqol ji gund hatiye rakirin, lê belê dêreke li gund jî hatiye xerakirin û bi kevirên qê qereqol hatiye çêkirin.
 
Şêniyê gund Fevzî Şahîn, diyar dike ku sed sal in ew li vî gundî ne û dibêje: "100 sal in em li vî gundî ne. Ev der gundê ermeniyan bû. Wexta em hatin vir me tu xanî çênekirin. Ev mal hemû ên ermeniyan e. Tenê di navbera me de av heye. Heta niha tu pirsgirêk di navbera me de rû nedane û em xweş li hev dikin." 
 
'DI NAVBERA ME DE TENÊ SÎNORÊN ÇÊKIRÎ HENE' 
 
Kazim Çoban ku gundî jê re dibêjin "Kazoyê Êzidî", diyar dike ku pirsgirêk di navbera gelan de tune ye, di navbera dewletan de heye û tenê di navbera wan de sînorên çêkirî heye. Çoban, tîne ziman ku heta niha di navbera wan û gelê ermenî de tu pirsgirêk rû nedane û dibêje: "Niha bang bikim wê dengê min biçe wir. Tenê di navbera me de 50 metre heye. Mêşên me yên hunguv diçin li kulîlkên wan, ê wan jî tên li kulîlkên me datînin. Em hinguvê kulîlkên wan, ew jî ên kulîlkên me dixwin. Carinan wexta ava çem datê, heywanên me derbasî aliyê wan dibin û ew heywanên me dîsa dişînin aliyê me. Danûstendina navbera me pir xweş e." 
 
'EM DI BIN BANÊ WAN DE DIJÎN' 
 
Çoban ku 46 sal in li gundê Pekranê dijî dibêje: "Dibe pirsgirêkên polîtîk ên dewleta hebin, lê pirsgirêkên me tune ne. Ji ber pirsgirêkên di navbera Tirkiye-Ermenîsatnê de sînorê li vir nayê vekirin. Li wir gelek hevalên me hene. Ew dixwazin serdana me bikin, lê sînor girtiye. Pirsgirêka Qerebaxê dikin pirsgirêka me. Çi îşê min û pirsgirêka Qerebaxê bi hev re heye? Di navbera me de tu pirsgirêk tune ne, lê dewlet bi zorê pirsgirêkan diafirîne. Em cîhaneke bêsînor dixwazin, lê tu dibê qey ev nepêkan e. Ezbeta me ji wir, a wan jî ji vir e. Mala min a ermeniyan e. Her diçim malê dibêjim 'Xwedê ji wan razî be, hîn jî em di malên wan de ne.' Em şêniyên li vir hîn jî di bin banê wan de dijîn." 
 
'DIVÊ SÎNOR BÊ VEKIRIN' 
 
Çoban, diyar dike ku ew dixwazin sînorê Tirkiye-Ermenîstanê vebe û dibêje: "Pirsgirêkên Tirkiyeyê gelek in, lê hîn jî bela xwe di sînorên welatan de dide. Bila Tirkiye pêşî pirsgirêka xwe çareser bike, paşê bi pirsgirêka Qerebaxê re eleqedar bibe. Pirsgirka kurd, a elewiyan, pirsgirêkên siyasî, pirsgirêka dîktayê, pirsgirêkên aborî... gelek pirsgirêkên me hene. Divê em pêşî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e. Divê pêşî ev bê çareserkirin, paşê birînên din bên cebirandin." 
 
MA / Adnan Bilen