Lîstika ‘Mîrzayê Biçûk’ li Êlihê bû

img

ÊLIH – Lîstika “Mîrzayê Biçûk” a ji aliyê Şa Performansê ve hat amadekirin piştî promiyera li Stenbolê, li Êlihê derket pêşberî şanohezan. 

Lîstika “Mîrzayê Biçûk” a ji aliyê Şa Performansê ve hat amadekirin piştî promiyera li Stenbolê derket tûra bajarên herêmê. Lîstika ji aliyê Dilşah Ceylan, Deno Ozer û Tuncay Ozel ve tê lîstin li Yenîsahne ya Êlihê derket pêşberî temaşevanan û du rojan bênavber bû mêvanê şêniyên Êlihê. Gelek şanohez û bi taybetî jî zarok lîstik temaşe kirin. Şanohezan da zanîn ku wan lîstikê gelek ecibandiye û serkeftî hatiye amadekirin.  Lîstik piştî pêşandana li Êlihê dê li Amedê jî li Şanoya Bajêr a Amedê û Mêrdînê jî bê pêşandan. 
 
‘MEZINAN REXNE DIKE’ 
 
Çetoyê Zêdo yê ku adaptasyona lîstikê kir diyar kir ku lîstika “Mîrzeyê Biçûk” cara ewil e bi zaravayê kurmancî li "Bakurê Kurdistanê" bi awayek girseyî tê amadekirin  û lîstikeke ku peyamên civakî dide. Zêdo got her çiqas ji bo zarokan ev lîstîk tê zanîn jî lê di heman demê divê mezin jî lê temaşe bikin û lîstik rexne li “mezinan” dike. Zêdo anî ziman ku piştî lehî radibe û ku Mîrzayê Biçû gula xwe winda dike wê demê qedrê wê dizane û lêgerîna wî ya hezkirinê dest pê dike. 
Zêdo got wan bi awayek kolektîf vê lîstikê amade kiriye û ji ber lîstikên zarokan kêm tên amadekirin rexneyên xwe jî anî ziman û xwest li her bajarek kurdan herî kêm 10 lîstikên zarokan hebin. 
 
Zêdo ji bo naveroka lîstika amadekirin e ev tişt anî ziman: "Mîrzayê me yê Biçûk, ji gerstêrka xwe hatiye li peraveke Dîcleyê bicî bûye. Dixwaze vê peravê bixemilîne û şên bike. Gulek li perava wî şîn dibe û tevlî jiyana wî dibe. Piştî wextekê pereva wî dikeve ber lehîyê û her ku diçe dor lê teng dibe… Dema biryara koçkirinê dide û Gula wî jê dixeyide û ji ber çavan wenda dibe… Mirzayê Biçûk, li ser peravên Dîjleyê li Gula xwe digere. Di rêwitiyê de pêrgî hin mirovên mezin û zîndeweran dibe… Li ser şopa Gulê dibêje: 'Mirov divê bi dilê xwe li tiştan bigerin'...”
 
QEZA XWE KIRIYE PIRTÛK 
 
Lîstik a berhema nivîskarê frensî Antoine de Saint-Exupéry pirtûka xwe ya bi navê “Mîrzayê Biçûk” ango bi navê wê yê orîjînal “Le Petit Prince”,  ewil di sala 1943’an de bi ingilîzî û fransî hatiye weşandin. Her çiqas ku weke çîrokeke ji bo zarokan hatibe nirxandin jî, ji hêla gelek kesan ve jî weke çîrokeke ku ji bo mezinan tê dîtin. Him bi naverok û him jî bi honandina xwe, “Mîrzayê Biçûk” her dem aktualîteya xwe parastiye.
 
Saint-Exupéry, nivîskarê pirtûkê, ku pîlot e, salên 1930’î di encama qezayekê de balafira wî de di navbera Libya û Misrê de dikeve. Li çolekê du sê rojan di nava şert û mercên gelekî xirab de dimîne û namire. Ev weke mucîzeyekê tê dîtin. Li gorî nirxandinan, pirtûka “Mîrzayê Biçûk” berhemeke encama vê qezayê ye. Yanî li gorî gotineke din, Saint-Exupéry di çîroka Mîrzayê Biçûk de ew çend rojên ku li çolê derbas kiriye vê pirtûkê honandiye.
 
ÇÎROKA ‘MÎRZAYÊ BIÇÛK’ 
 
Hin çavkanî jî wiha qala bûyerê dikin: “Rojek ji rojan pîlotek mecbûr dimîne ku bi balafira xwe li çola Sehrayê dakeve. Di sibeha bê de dengê zarokekî wî ji xew radike û ev zarok xwe jê re wek Mîrzayê Biçûk dide nasîn. Mîrzayê Biçûk jê re dibêje ku ew ji gêrestêrka xwe derketiye da ku hevalekî bibîne. Jê re dibêje ku gêrestêrka wî pirr biçûk e. Li ser wê sê volkan û guleke ji xwe razî heye.
 
Roj bi roj Mîrzayê Biçûk jê re qala çîroka xwe dike. Berî ku daketiye erdzemînê, çend gêrestêrên din geriyaye. Li her gêrestêrkê mirovek din jiya bûye, lê Mîrzayê Biçûk tu kesî ji wan ji xwe re ne kiriye heval, ji ber ku her yek ji wan bi xwe re mijûl in û rû nadin ev tiştên serekeyî yên jiyanê, yên ku mirovan kêfxwes dikin.
 
Bi derbasbûyîna demê pîlot û Mîrzayê Biçûk dibin hevalên hev, lê Mîrzayê Biçûk pê dihese ku divê dîsa vegere ba gula xwe. Bi vî awayî her du vedigerin warên xwe û soz didin hev ku ew ê tu car hev û din ji bîr nekin.”