Rojên Wêjeya Berawirdiyê bi çalakiyên cur bi cur didome

img
AMED – Di çarçoveya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê de bi sernavê “Di wêjeyê de zayendiya civakî" û "Helbest: Banga Edaletekê” du panel hatin lidarxistin. Her wiha lîstika "Tartuffe"yê jî hat pêşandan. 
 
Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ku ji aliyê Weşanxaneya Lîs û Navenda Hunerê ya Amedê (DSM) ve tê lidarxistin, bi lidarxistina panelên bi ser navê “Di wêjeyê de zayendiya civakî” û “Helbest: Banga Edaletekê” û bi pêşandana lîstika “Tartuffe” ya Şanoya Bajêr a Amedê dewam kir. Panela “Di wêjeyê de zayendiya civakî” li avahiya Şaxa Odeya Avîhasazan a Amedê pêk hat. Di panelê de Fexriya Adsay û Melek Ozlem Sezer axivîn. 
 
Di panelê de ewil Fexriya Adsay axivî û di wêjeya kurdî de bal kişand ser teswîra welat. Adsay li ser zayenda civakî ya di wêjeya modern a kurdî ya di dema "Ekola Hawarê" rawestiya û di dewama axaftina xwe de bal kişand ser zayendiya civakî ya di wêjeya kurdî de. 
 
‘ÇÎROKÊN KLASÎK Û BÎRDOZÎ'
 
Pişt re Melek Ozlem Sezer jî li ser mijara “Di çîrokê de zayendiya civakî” axivî û got: “Femînîzm ne dijminahiya zilaman e. Femînizm li dijî zîhniyetê ye. Her tim dixwazim zîhniyeta zilam lêkolîn bikim. Çîrokên klasîk her tim amûra bîrdoziyekê ne. Lê çîrok wek cûreyekê tim tê biçûkkirin." 
 
‘HELBEST: BANGA EDALETEKÊ’ 
 
Panela “Helbest: Banga Edaletekê” ya helbestkar Gonca Ozmen jî li Şanoya Bajêr a Amedê hat lidarxistin. Gelek nivîskar, helbestkar û xwîner beşdarî panele bûn. Di panelê de pêşî Xwediyê Weşanên Lîsê Lal Laleş axivî û bi kurtasî behsa girîngiya rojên bernameyê kir. Pişt re helbestkar Ozmen jî bi xwendina helbestên xwe dest bi axaftina xwe kir. Ozmen behsa çîroka xwe ya xwendin û helbestkariyê kir û got: “Pirtûk û helbest dost û hevalên min ên herî hêja ne. Tew rojekê hew min dît ez bûme helbestkar. Min helbesta xwe ya ewil di sala 1997’an de nivîsand. Di helbestên min de hezkirin, hesret, xweza û gellek mijarên din hene.” 
 
Ozmen panela xwe bi xwendina helbestan bi dawî kir. 
 
Piştî vê panelê, xwîner û beşdarvanên Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê bi hev re li lîstika “Tartuffe” ya Şanoya Bajêr a Amedê temaşe kirin. 
 
ROJÊN WÊJEYA BERAWIRDÎ SIBÊ BI DAWÎ DIBE 
 
Rojên Wêjeya Berawirdî dê sibê bi bernameyên “Gelo Rûmkî di valîzekî de hiltê?” û “Edaleta Wêjeyê” dewam bike û dê bi axaftina mêvanê rûmetê Berken Bereh bi dawî bibe. Hersê bername jî dê li avahiya Şaxa Odeya Avahîsazan bê li darxistin.