Ergîn Xelikan: Muzîk deryayek bêbinî ye

img

STENBOL – Albuma “Nurê" ya Ergîn Xelîkan derket. Xelîkan got: "Muzîk deryayeke bêbinî ye. Muzîka kurdî jî bi reng, meqam û çêja heyecaneke cuda li mirov peyda dike." 

Albuma nû "Nûrê" ya hunermend Ergîn Xelîkan ji Kom Muzîkê derket. Xelîkan di vê albuma xwe de strana "Wek Qumirî" ya Hesen Zîrek jî dibêje û her wiha di albuma Nûrê de gelek stranên ku gotin û muzîka wan aîdî Xelîkan in jî hene. 
 
Xelîkan, anî ziman ku ji zûv de ye ew bi muzîkê re eleqedar dibe û got: "Em di sala 1997'an de bi Koma Xelîkan bi strana 'Rindê' hatin naskirin. Di sala 1999'an de me bi navê 'Gula Momê', di 2001'ê de bi navê 'Pele Zer', di 2004'an de jî bi navê 'Nalîn' 4 album çêkirin. Di sala 2010'an de cara ewil min bi navê xwe albumeke bi navê 'Berbang' çêkir û 'Nûrê' jî albuma min a dudoyan e." Xelîkan, anî ziman her albumeke xwedî heyecan û çêjeke cuda ye û ev heyecan hêz û motîvasyonê lê peyda dike. 
 
‘MUZÎK DERYAYEKE BÊBINÎ YE' 
 
Xelîkan, bilêv kir ku di albuma “Nurê” de starnên aîdî wî jî hene û got: "Lê belê ez stran û kilamên ku tesîrê li min dikin jî daxilî repertuara xwe dikim. Em ji bo vê albumê pir xebitîn. Di vê albumê de tenê kilam û stranên herêma me tune ne, stran û kilamên herêmên din jî hene. Muzîk deryayeke bêbinî ye. Û jixwe muzîka kurdî bi reng, meqam û çêja xwe muzîkeke heterojen e û heyecaneke pir xweş li mirov peyda dike. Ez hewl didim vê çêjê bistînim. Min repertuara xwe bêtir bi berhemên dînamîk pêk anî." 
 
Xelîkan, diyar kir ku ew bi zimanê xwe mezin bûye, ji stranên tirkî bêtir ew tahmê ji ên kurdî distîne û got: "Hemû kesên xwedî çîrok, hemû tiştên xwedî çîrok taybet in. Çîrokeke min jî heye. Wexta mirov êşên xwe yên şexsî û civakî bi zimanê xwe bilêv bike ancax dikare bigihê wê hesta esil. Di jiyana me de gelek pîne hene, bêyî em hay ji jiyana xwe ya esil hebin, em bi feraseteke populîst jiyana xwe diqedînin. Ez xerabiya çîroka xwe bi başiya çîroka kesên din nadim. Te dît gotinek heye dibê 'Mastê te yê tirş, ji yê xelkê xweştir e.' A min jî wisa ye. Jixwe tişta huner jî divê ev e. Çimkî giya li ser koka şîn tê." 
 
STRANEKE HESEN ZÎREK
 
Xelîkan, anî ziman ku wî di albuma xwe ya nû de strana Hesen Zîrek "Wek Qumirî" jî gotiye û got: "Hin deng hen e ku, wexta mirov guhdar dike mirov dibin cih û deveran. Hesen Zîrek jî wisa ye, pir tesîrê jê digirim. Min xwest di albuma min de heremên cuda jî hebin. Tişta bi min zehmet dihat ew bû ku stranên evan hosteyên mezin şîrove bikim. Mirov di stranên xwe û yên herêma xwe de rihet e, lê rîska berhemên bi vî rengî zêdetir e." Xelîkan, anî ziman ku Hesen Zîrek xwedî dengeke mezin e û got: "Wekî tehsîn Taha, Eyaz Yusiv û gelekên din, dengê Hesen Zîrek jî dengekî cuda ye. Lê mixabin çanda me bêxwedî maye û gelek stran û kilamên me bêyî ku navên wan bên bilêvkirin li zimanên din hatine wergerandin. Ger em bi xwe xwedî li wan dernekevin, dê kes dernekeve. Divê em van nirxan biparêzin û bi pêy wan bikevin." Xelîkan, xebata Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ku di vî warî de 4-5 album amade kiribûn bi bîr xist û got: "Şahiya Stranan projeyeke pir girîng bû. Divê mirov çand û zimanê xwe biparêze. Divê em ew stran û kilamên xwe yên bi sedan sal berpêşî jenerasyona nû bikin û wan ber bi vê teşwîq bikin." 
 
MA / Sadiye Eser