Şanoger Masatçi: Ger ku huner ne azad be civak jî ne azad e

img
ÎZMÎR – Şanoger Orçun Masatçi, bal kişand ser zextên li ser çand û hunerê û diyar kir ku ger huner azad nebe ew civak jî azad nabe û xwest zextên li ser hunerê bi dawî bibin. Masatçi, bang li her kesî kir û xwest li dijî zextên li ser hunerê bi hevre dengê xwe bilind bikin. 
 
Piştî îlankirina OHAL'ê zextên li ser hemû qadên civakê zêde bûn. Sazî û dezgeh hatin girtin. Bi sed hezaran mirov hatin îxrackirin. Bi sed hezaran kes hatin girtin. Dîsa gelek lîstikên şano hatin qedexekirin û asteng kirin. Bi KHK ya dawî ya Serokomariye Zagonên der barê Şanoyen Dewletê (DT) de kirin “Zagonên Derbarê pensonelên Şanoyên Dewletê", zagona avakirina Bale û Operayên Dewletê (DOB) kirin “Zagona der barê Personelê Bale û Operaya Dewletê". Piştî rêzikname hat guhertin, sahneyên biçûk û şanoyên mezin ên girêdayî midûriyetên gelek bajaran, ketin bin destê Serokomariyê. Serokê Platforma Şanogerên Tirkiye (TTP) yê demî Orçun Masatçi, bal kişand ser polîtîkayên ser şano û hunerê û nirxandin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re kir. 
 
BI VAN BIRYARNAMEYAN XWESERÎ JI HOLÊ RAKIRIN
 
Masatçi, da zanîn ku demek dirêj girtina Şanoyên Dewletê niqaş kirin û wiha got: "Piştî Saziya Hunera Tirkiye (TUSAK) derket holê, gelek rêxistinên şano, hunerê xwe dan pêşeandan û bertekên xwe anîn ziman. Di çalakiyan de bal kişandin ser girtina Şanoyên Dewletê (DT). Piştî bertekên zêde TUSAK rawestandin. Piştî guhertina dawî hemû sazî û dezgehên ku nehatine girtin jî ji aliyê navendê ve hatine desteserkirin. Êdî aliyê xweser bi dawî bûye. Ger ku li welatekî huner ne azad be civak jî ne azad e. Ji bo civak azad be divê huner azad be. Divê azadiya ramanê û îfadeyê hebe. Divê Şanoyên Dewletê jî hebin. Divê hemû sazî û rêxistinên şano li dijî girtina Şanoyên Dewletê dest bidin hev û em bi hevre kampanyayekê bidin destpêkirin. Ji ber ku civaka hunera wê ne azad be ew civak jî azad nabe. Divê em derfetan bidin mirovan ku karibin xwe bînin ziman û îfade bikin. Dîrokê her dem nîşan da ku rêveberiyên bi vî rengî hildiweşin û ev jî dê hilweşe. Dive berî her tiştî Şanoyên Dewletê xweser û zada bin. 
 
DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BIKIN YEK 
 
Masatçi, bang li hemû hunermend û rêxistinen hunerê kir û xwest li dijî vê polîtîkayê hemû hunermend dengê xwe bikin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin.