Dê wêneyê rojnamegera girtî Dogan li Fransayê bê pêşandan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wêneyên edîtora JINHA ya bi KHK'ê hat girtin û wênesaz Zehra Dogan ya girtî tê darizandin dê li Fransayê bê pêşandan. 
 
Wêneyên editora JINHA ya bi KHK'ê hat girtin û wênesaz Zehra Dogan ku ji ber li navçeya Nisêbînê nûçe şopandin û ceza lê hat birîn, lê li Fransayê bên pêşandan. Wêneyê Zehra Dogan dê li Mihrîcaan Cîhanên Cuda bê pêşandan. Rojnameger û edîtora  JINHA Zehra Dogan bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" 2 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn. Dogan di 12'ê hezîrana 2017'an de hatibû girtin. Dogan niha li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye. Dogan li girtîgehê bi fêkî, team û kahweyê boyaxê çê dike û bi vî rengî tualên xwe boyax dike û wêneyan çê dike.