Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir

NAVENDA NÛÇEYAN - Trabzonsporê li ser hesaba xwe ya TîkTokê ya fermî, parvekirina xwe ya strana “Zimanê Kurdî” ku hunermendê kurd Serhado dibêje rakir. 
 
Trabzonsporê li ser hesaba xwe ya TîkTokê di parvekirina xwe ya têkildarî lîstikvanê xwe yê fûtbolê Enîs Destan de cih da strana kurdî. Di parvekirina ku bi gotina “Keneke wî heye” hate parvekirin de strana “Zimanê Kurdî” ku hunermendê kurd Serhado dibêje hate bikaranîn.  
 
Dîmenê hate parvekirin di demekî kurt de 24 hezar caran hate ecibandin û 230 hezar caran hate temaşekirin. Bi vî awayî kete nav dîmenên ku di demên dawî de herî zêde hatin temaşekirin. Lê parvekirin pişt re hate rakirin.  
 
Di vîdeoya ku piştî demekî kurt hate rakirin de ev gotinên strana Zimanê Kurdî ku Serhado dibêje cih digirtin: 
 
“Em perwerdehiya xwe dixwazin bi zimanê zikmakî 
 
 Ne bi Farisî, ne bi Erebî û ne bi Tirkî 
 
 Zimanê me, zimanê kurdî bikin zimanekî fermî.”