Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist

ŞIRNEX -  Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ji bo şagirtên xwe yên asta yekemîn, duyemîn û mamostetiyê mezûn bûn, şahiya belgedayinê li dar xist. 

 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ji bo şagirtên xwe yên ku ji polên asta yekemîn, duyemîn û mamostetiyê mezûn bûne bernameya belgedayinê li dar xist. Di bernameya ku li Eywana Konferansê ya Şeredariya Cizîrê hat li darxistin de rêveberên komeleyê, mamoste û şagirtên ku belge werbigirin, hevşeredarên navçeyê û gelek kes beşdar bûn.
 
Hevseroka Komeleya Birca Belek Fatma Tunç destpêkê axivî û bal kişand ser polîtîkayên pişaftin, qedexeyên li ser zimanê kurdî û destnîşan kir ku girîngiya xwedî derketina ziman tişta herî bi rûmet e. Tunç li bang her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derbikevin. 
 
Piştre jî Hevserokê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen bi lêv kir ku zimanê kurdî zimanekî dewlemend e û bang li malbatan kir ku bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. 
 
Piştî axaftinan helbest hatin xwendin. Piştî xwendina helbestan ji bo şagirtên polên xwe qedandin belge hatin dayîn. 
 
Bername bi konsere bi dawî bû.