Şaredariya Êlihê starta bernameya çandê da destpêkirin

img
ÊLIH - Mala Dengbêjan ku di bin sîwana Şaredariya Êlihê de dixebite, dest bi çalakiyên xwe kir. 
 
Şaredariya Êlihê dîsa dest bi xebatên xwe yên ji bo parastin û domandina çandê kir. Mala Dengbêjan a girêdayî Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Êlihê, li Parka Salih Ozdemîr çalakî li dar xist û gelek welatî tev li bûn. 
 
Di bernameya ewil de jî dengbêjên bajar ên navdar Perîxana Şirnexî, Ehmedê Xiyî, Evdilê Koçer, Evdilezîzê Koçer, Heyderê Xiyî û Salihê Qubînî cih girtin. Hevşaredar Gulistan Sonuk di bernameyê de axivî û wiha got: “Ji bo parastin û domandina hunera dengbêjiyê, çi ji destê me bê em ê bikin. Dê di rojên pêş de bernameyên me bidomin.” 
 
Dengbêjên ku stranên xwe pêşkeşkirin, rastî eleqeyeke mezin a gel hatin. Çalakî heta derengiya şevê domiya.