Li ser ‘Efrîn’ stranek çêkir

img

STENBOL – Hunermend Bager bi navê “Efrîn”ê stranek çêkir. Koma Stêrkên Rojê strana “Efrîn”ê dibêje û dê çend roj şûnde li ser înternetê bê parvekirin. 

Êrîşên li ser Efrînê ên TSK û OSO’yê ku di 20’ê Çileyê de dest pê kirin û pêkanînên ji ber van êrîşan rû dan, bûn mijara straneke din jî. Hunermend Bager div ê derbarê de bi navê “Efrîn”ê strane çêkir. Gotin û muzîka strana “Efrîn” ên hunermend Bager in û Koma Stêrkên Rojê stranê dibêje. Dê stran çend roj şûn de li ser înternetê bê belavkirin. Hunermend Bager behsa çîroka stranê kir. 
 
Bager, diyar kir ku dema wî di televîzyonê de nûçeya ku operasyona li hemberî Efrînê dest pê kiriye, wê kêliyê hîseke ku wekî xençerek li ser dilê wî ketibe lê peyda bûye  û got: “Bi rojan û bi saetan raneketim. Her ku min serê xwe datanî ser balgiyê, pirsên wekî li Efrînê çi diqewime, çi dibin, dê çi bibe li min peyda dibûn. Rojekê dîsa derneğe şevê piştî min hin nûçe temaşe kirin ketim nav nivînan. Min serê xwe danî ser balgiyê lê xewa min nehat. Wê kêliyê têkoşîna hevalên min ên li wir û berxwedana Avesta Xabûr hatin bîra min. Jixweber min stran nivîsand. Bi şev saet di 3’yan de min pênûs girt destê xwe û min nivîsand.” 
 
Gotinên strana bi navê  “Efrîn” wiha ne:
 
“Berxwedan û serhildanê li Efrin cenga giranê
 
Berxwedan û serhildanê li Efrînê tolhildanê
 
Me soz daye Erîna xwe ji bo xaka Kurdîstanê 
 
Me soz daye Avesta xwe ji bo doza Kurdîstanê 
 
YPG û YPJ ne QSD û gerîlla ne tev Arîn û Avestanê her yeki wek şêrane
 
Her yekî wek Kawa ne 
 
Efrîn warê Erîna ne temam bagên zeytuna ne 
 
Efrîn warê Avestanê temam bagên zeytuna ne 
 
Bi xwîna şehîda şîn dibe ew gula Kurdîstanê 
Bi xwîna şehîda şîn dibe ew dilê Kurdistanê
  
YPG û YPJ ne QSD û gerîlla ne tev Arin û Avesta ne her yeki wek şeranê 
 
Her yekî wek Kawa ne 
 
Her yekî wek Kawa ne 
 
Her yekî wek Kawa ne.”