Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan

img
AMED – Di roja 9’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên “Bernarda” û “Înfaz” hatin nîşandan.
 
9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 9’emîn de bi coş berdewam dike. Di mîhrîcana ku Şanoya Bajêr a Amedê pêşengiya wê dike de îro li Eywana ÇandAmedê lîstika Tiyatro Proje No2’yê “Bernarda” û li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Şaneşîn Performansê “Înfaz” hat nîşandan. Lîstik rastiyê eleqeyeke mezin hatin û jin û ciwanan eywanên şanoyê tijî kirin. Şanoger, hunermend, rojnameger, sînemager û gelek kesan lîstik temaşe kirin.
 
BERNARDA
 
Di “Bernarda” ku şanoyeke yekkesî ye de Ozge Arslan dilîze û Can Alî Çalişandemîr jî derhêneriya wê kiriye. Lîstika ku qala 5 jinan dike, hest, dilşikestî, azwerî (tutku) û esareta wan dike, ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Hezkiriyên şanoyê ku di tevahiya lîstikê de demên xweş derbas kirin, demeke dirêj li çepikan xistin.
 
ÎNFAZ
 
Lîstika “Înfaz” jî, ji hêla temaşevanan ve rastî eleqeyeke mezin hat û temaşevanan bi deqeyan çepik lêxistin. Lîstika ku Recep Îçen nivîsandiye, ji hêla Erdal Açil, Mela Xelet Ertoşî, Ozgur Sînan Etîk û Sakîne Şalvaci ve hat lîstin. Lîstik, qala pirsgirêkên jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike. Komeke înfazkaran û meleyek dixwazin jinekî înfaz bikin. Di odeya înfazê de diyaloga navbera înfazkaran û mele de bi awayekî îronîk tê vegotin û nelirêtiyên rejîmê bi zimanekî henekî tên rexnekirin. 
 
Herî dawî şanoger Erdal Cevîz plaket da lîstikvanan û roja 9’an a mîhrîcanê bi dawî bû.