Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome

AMED – Di roja 5’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên “Odîp” û “Qral û Travîs” derketin pêşberî şanohezan.
 
9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 5’emîn de bi coşeke mezin didome. Di çarçoveya mîhrîcanê de îro di saet 15.00’an de lîstika “Odîp” ya Koma Ronya ku ji bajarê Seqiz a rojhilatê Kurdistanê û di saet 20.00’an de jî lîstika “Qral û Travîs” ya Şano Ar’ê ya ji Êlihê hatine derketin ser dika Çand Amedê. Her du lîstik rastî eleqeyeke mezin hatin û eywana ku tê de hatin lîstin tije bû. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, gelek hunermend, şanoger, nivîskar, rojnameger û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî lîstik temaşe kirin.
 
ODÎP
 
“Odîp” lîstika filozofê Yewnanî Sophoples e û behsa jiyana ciwanê bi navê Oîdîpûs dike. Lîstik ji hêla derhêner Perwîz Ehmedî ve hatiye amadekirin û ji hêla Koma Şanoyê ya Ronyayê ve jî tê lîstin. Şanogerên ku di lîstikê de dilîzin hemû ciwan in û lîstik saetek û nîv didome.
 
QRAL Û TRAVÎS
 
Lîstika “Qral û Travîs” ku derhêneriya wê Yakûp Selîmoglû kiriye, ji hêla şanogerên navdar Bahoz Ozsunar û Denîz Ozer ve tê lîstin. Lîstik bi qasî saetekê didome û lîstikeke komediyê ye. Lîstik di bin banê Şano Ar’ê de tê lîstin.
 
MIJARA QRAL Û TRAVÎS
 
Travîs Pîne welatiyeke Amerîkayê ye û tevî gelek caran der barê welatê xwe de şikestinan dijî û xizan e. Gelek ji welatê xwe hez dike lê belê tevî şikestinên xwe dûrî pirsgirêk û geşedanên li welatê xwe jî namîne. Travis difikire ku serokê welat, welat baş birêve nabe û li gorî wî her ku diçe welat bêhtir ber bi xerabûnê ve diçe. Ji ber vê yekê Travis nêrînên xwe yên der barê welat de ji serokê welat re nameyan dişîne. Ji ber xwedina nameyan serokê welat wek neyînî bandor dibe. Rojekê ajanê FBI’yê Tom Walker tê mala Travis. Peywira ajan Walker astengkirina nameyên Travis e. Lîstik der barê Travis Pine ê kal û çîroka wî ya rojane, kenokî û kefxweş de ye. Herwiha polîtîkayên hikûmet û rayedarên Amerikayê yên xirab û bandora van polîtîkayên neyînî yên li ser mirovahiyê û cîhanê radixe ber çava.
 
‘BI TEKOŞÎNÊ GIHIŞTIN VÊ ASTÊ’
 
Şanoger Bahoz  Ozsûnar piştî xelasbûna lîstikê axaftinek kurt kir û spasiya kesên ku di vê mîhrîcanê de ked dayî kir. Ozsûnar, diyar kir ku ev nêzî 7-8 sal bûn qeyûm li ser şaredariyan bûn û şanogerên kurd bi dilê xwe di eywanên şaredariyên xwe de nelîztine. Ozsûnar, da zanîn ku li aliyê Tirkiyeyê jî lîstikên wan tên qedexekirin û wiha dirêj kir: “Ambargo danin ser zimanê me û konserên me qedexe dikin. Lê tu caran şanogerên Bakur dest ji berxwedana xwe bernedan. Ji bo çanda kurdî têkoşiyan û îro gihiştin vê astê. Em ê her tim bibêjin zimanê dayîkê, bijî şanoya kurdî.”
 
‘HETA EM HEBIN DÊ ÇANDA ME JÎ HEBE’
 
Piştî Ozsûnar, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn plaket da Şano Ar’ê û Hatûn li vir axaftinek kurt kir. Hatûn, kesên ji bo vê mîhrîcanê ked dayî pîroz kir û da zanîn ku wan soz daye, heta kurd hebin dê çanda kurdî jî hebe.