Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê

img
AMED – Di çarçoveya Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê de lîstikên Bûka Lekî û Afet û Dîana hatin lîstin. Şano rastî eleqeyeke mezin hatin. 
 
Di çarçoveya 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê Şanoya Bajêr a Amedê de ku wê heya 27'ê Nîsanê bidome, di roja duyan de şanoyên Bûka Lekî û Afet û Dîana hatin lîstin. 
 
Rêxistinên civaka sivîl, şanogerên ji Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cîhanê û gelek welatiyan şanoyên Bûka Lekî û Afet û Dîanayê temaşe kirin. Her du lîstik rastî eleqeye zêde hatin. 
 
Bûka Lekî, çîroka zilamekî piştî leşkerî travmayeke lê peyda bûye û ji jiyana xwe ya rastîn dûr ketiye û gira jmankeneke robot girtiye û jineke ku çav berdaye heman mêrî û veguheriye kesayetiyeke plastîk vedibêje. 
 
Şanoya Afet û Dîana jî ku li ÇandAmedê hat pêşandan, behsa du jinên ku li ser sergoyekî hev du nas dikin, dike. 
 
Her du şano ji aliyê temaşevanan rastî eleqeyeke zêde hatin.