Çand MA bi stranên Newrozê vebû

img
AMED - Çand MA, bi tevlêbûna gelek welatiyan û stranên Newrozê hate vekirin. 
 
MA Musicê li navçeya Sûrê ya Amedê bi tevlêbûna sedan welatiyan Navenda Çand MA'yê vekir. Nûner û rêveberên DEM Partiyê, DBP, namzetên Hevşaredaran ên DEM Partiyê, hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û gelek welatî amade bûn. Di vekirina Çand Ma'yê de zarokan bi cilên gelêrî reng û ruhekî cuda ava kir. Zarok li ber stran û newayan reqisîn. Di nava Çand MA'yê de pirtûkxaneya Ehmed Huseynî hat vekirin. Welatiyan pirtûkên kurdî diyarî pirtûkxaneyê kirin. Di vekirina MA Musicê de Ferhat Ertaş diyar kir ku ew Çand MA’yê wekî diyariya Newrozê diyarî zarokên Sûrê dikin û wiha got: "Me ji bo zarokên Sûrê deriyekî hunerê vekir. Em ê her kolenên sûrê bi rengên cuda bixemilînin. Em ê bi Çand Ma'yê heviyên zarokan di kolanên Sûrê û berxwedana dîrokî ya Sûrê de zindî bikin." Ertaş herî dawî ji bo zarokên Sûrê banga tevlêbûna kampanyaya “2001 tembur” bibin kir. 
 
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî anî ziman ku Sûr xwedî dîrokek hezaran salan e û got: "Sûr dê ji niha û şûnde jî bi çand û hunerê li ser piyan bimîne. Heta ku dîrok hebe dê kurd bi çand û hunerê xebamtên xwe yê ji bo parastina Sûrê berdewam bikin." 
 
Piştî vekirine Kursiyerên Zarok MA'yê stranên kurdî gotin û pitre jî JIN MA’yê stran gotin. Şahî bi stranên Newrozê û govendê bi dawî bû.